MSD`ê diyar kir ku di encama hevdîtina di navbera wan û hikumeta Sûriyê de, biryar hate girtin ku komîte li ser hemû astan werin avakirin da ku diyalog û danûstandin di navbera her de aliyan de, werin pêşxistin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê hevdîtina wan bi hikumeta Sûriyê ku di 26`ê Tîrmehê de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:
ʺLi ser daxwaza hikumeta Sûriyê, di navbera şandeyek ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Sûriyê li Şamê di dîroka 26.07.2018`an de civînek pêk hat. Armanc ji vê hevdîtinê bingehên ji bo destpêkirina diyalogên berfireh ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û aloziya Sûriyê di hemû astan de were çareserkirin, werin dayîn.
Beriya van hevdîtinan, li bajarê Tebqayê di navbera komîteyên biçûk ên her du aliyan de hevdîtin çêbûn û di wan hevdîtinan de mijarên xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.
Di encama civînê de, biryarên derbarê avakirina komîteyan li ser hemû astan werin avakirin, da ku diyalog û danûstandin werin pêşxistin û bighêjin bidawîkirina şidet û şerê ku gel û civaka Sûriyê kire tehlûkê, ji aliyekî din ve jî nexşereyeke were dayîn ku rê ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî were vekirin, hatin girtin.ʺ
(kc)