حركة المجتمع الديمقراطي

Desteya Rêveber a MSD; Komkujiya Suweyda berdewama komkujiya Şengal û Qamişlo ye

584

Desteya Rêveber a MSD‘ê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li Suweydayê şermezar kir û ev êrîşî wekî berdewama êrîşên li ser Şengal û komkujiya Qamişlo bi nav kir.

Çeteyên DAIŞ’ê îro rêzeêrîşên xwekujî li dijî welatiyên bajarê Suweyda yê başûrê Sûriyeyê ku ji pêkhateya dirûz pêk tê, pêk anîn. Di encamê de zêdeyî 100 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser êrîşî daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye;

“Bajarê Suweyda û hin gundên wê îro rastî êrîşên pilankirî hatin. Di encamê de bi sedan sivîl di navber şehîd, birîndar û windahî derketin. Li gorî çavkaniyên herêmî piraniya wan zarok, jin û bi temen bûn.

Em wekî Desteya Rêveber a Meclisa Rêveber a Meclisa Sûreyeya Demokratîk / MSD/ komkujiya ku derheqê gelê Suweyda de bi destê rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê hatî kirin, bi tundî şermezar dikin. Em tekez dikin ku ev kiryara terorîst pêleke bû armanc jê qirkirina çand, bawerî û etînak dirûz e.  DAIŞ‘ê bi vê êrîşan tarî bi vê êrîşa xwe xwe da naskirin ku ew ne ol û ne jî netew nas nake. Armanca vê kiryara ew e ku hebûna xwe li ser Sûriyê feriz bike. Êrîşên ku îro li Suweydayê hatî kirin êrîşên li dijî gelê me yê Êzidî li Şengalê, her wiha komkujiya beriya du salan a li Qamişlo pêk hatî tîne bîra me.

Komkujiya Suweyda diyar dike ku DAIŞ rexmî derbeyên QSD‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriy bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ku DYA‘ê serkêşiya wê dike hîna heye. Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi hemû hêza xwe amade ye erka xwe ya bersivdayîna tehdîdên li ser gelê me yê Suweydayê bide û bi wekî erkeke niştimanî nêzî wê bibe. Em vê êrîşî wekî hedefgirtina hevgirtin û yekrêziya me bi nav dikin.

Careke din, em ji gelê Suweyda yê ku mîna gel Bakurrojhilatê wî xeta sêyemîn a civakbûyî re hilbijartine sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfa lezgîn re dixwazin. Careke din em tekez dikin ku riya xelasbûna Sûriyê ji aloziyê û pêkanîna ewlehî û aramiyê ew e ku em bi hev re bixebitin û zemîna çareseriya siyasî peyda bikin ta pergalekî siyasî û demokratîk ji Sûriyeke ne navendî û pirrengî ava bikin.”