حركة المجتمع الديمقراطي

‘Yên teror têk birin, mafê wan e ku beşdarî danîna destûrê bibin’

613

Hêzên Siyasî yên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD’ê tekez kir ku heta niha tu danûstandinên wan bi rêjîma Sûriyeyê re çênebûne û got ku îdayên têne kirin, bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gelê Bakurê Sûriyeyê de pêk tê û destnîşan kir ku hêzên teror têk bir, mafê wan e ku beşdarî amadekariya destûrê bibin.

Hêzên siyasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve û bi rihê berpirsyariya niştimanî ya dikeve ser milê me, wekî hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê, me gelek insîyatîf û nexşerê ji bo bidawîkirina aloziyê pêşkêş kirin. Lê rêjîma Sûriyeyê û opozîsyona derve bi înada xwe û hevgirtina xwe ya bi hêzên derve re ku piştgiriya xwe ji wan girtine û bikaranîna çekan bû sedema kûrbûna aloziyê. Ev yek jî bû sedema ku kareseta mirovî bi serê gelê Sûriyeyê de were. Ev yek her wiha bû sedema ku binesaziya herêmê  were rûxandin û derî ji çeteyên wekî DAIŞ, Nusra û gelek komên din ên tundrew re were vekirin. Sûriye bi vê yekê bû meydana şerê hêzên herêmî û navdewletî.

Bi baweriya me ku çareseriya siyasî tekane rêya bidawîkirina aloziyê ye, piştgiriya me ji hemû insiyatîfên navdewletî re û di serî de daxuyaniya Cinêv-1, Biryara Konseya Ewlekariyê-2254 û hemû biryarên girêdayî aloziya Sûriyeyê hebû. Tevî heta niha em ji wan civînan hatin dûrxistin, ji rihê berpirsyariyê ya bilind û ji bo bidawîkirina aloziya ku gelekî kûr bûye, me ragihand ku em ji hemû xebatên danûstandinan ên ji bo çareseriya siyasî re amade ne.

Ji ber çareseriya siyasî bê Danûstendina Niştimanî ya Sûrî-Sûrî ya bi sponseriya navdewletî, dê pêk neyê. Ew tekane rêya çareseriya aloziya heyî ye. Hêzên rêjîma Sûriyeyê û ragihandina wan ev ragihandin û însiyatîfa me ya heyî bi derxistina îdiayan bi kar anîn. Ji bo vê yekê hin mijar bi zanebûn xistin rojevê û gotin ku bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re li hev kiriye. Rêjîm bi vê yekê dixwaze tevliheviyê di nav gelê me yê Bakurê Sûriyeyê de derxe û baweriya gel a bi rêveberiyê binpê bike.  Bi vê yekê jî hewl dide peyamên xurt û bi taybet ên bandorê aloziya Sûriyeyê bikin, pêk bîne. Bi vê yekê jî armanc dike ku bi Rêveberiya Xweser re li ser wan mijaran itîfaq kiriye.

Em hêzên siyasî yên di damezirandina Rêveberiya Xweser de cih girt û Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dikin ku heta vê kêliyê bi rêjîma Sûriyeyê re tu danûstandin pêk nehatine, tişta tê belavkirin jî ji rastiyê dûr e. Lê di heman demê de ev nayê wateya ku em ji dansûtandina bi kîjan aliyê Sûriyeyê yên ji bo çareseriyê û bidawîkirina aloziya heyî û avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî re amade re danûstandinan nekin.

Di heman demê de em ji Neteweyên Yekbûyî û hikumetên bibandor ku rola wan di bidawîkirina aloziya Sûriyeyê de hebe û bi taybet Amerîka û Rûsya daxwaz dikin ku rola xwe pêk bînin.

Em wek hemû gelê Bakurê Sûriyeyê bi hêzên xwe yên  leşkerî û siyasî ku karîbûn terorê têk bibin, ewlekariya herêmî û yekitiya niştimanî ji destpêka aloziyê û heta niha biparêze, beşek girîng ji Sûriyeyê ne. Ji mafê vî beşî ye ku bi hêzên din ên niştimanî yên Sûriyeyê re cihê xwe di danîna destûra hevkar ku hêviya gelê Sûriyeyê pêk bîne. Divê hêzên behsa mijarê rewşa civaka Sûriyeyê û berxwedana ku bingeha civakî pêk anî di ber çavan re derbas bikin. Her wiha divê hemû tiştên ku dibin sedema aloziya heyî li ber çavan were girtin. Berxwedana ji bo pêşxistina civakî û avakirina sîstema demokratîk were xurtkirin, destwerdana hêzên derve û herêmî û bi taybet hewldanên wan ên dûrxistina pêkhatyên sereke yên gelê Sûriyeyê sînordar bike. Ji ber destwerdana wan her dem hewl didin nakokiyên tayîfî û mezhebî di navbera pêkhateyan de derxin û vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

Partiyên beşdarî daxuyaniyê bûne ev in:

– Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê

– Partiya Komînîst a Kurdistanê

– Yekitiya Neteweyî ya Kuristanê

– Yekitiya Lîberal a Kurdistanê

– Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)

– Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

– Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

– Partiya  Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Rêkeftin)

– Partiya Kesk a Kurdistanê

– Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

– Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

– Tevgera Nûjen a Kurdisatnê

– Tevgera Çaksazî Kurdî – Sûriyeyê

– Partiya Yekitiya Kedkarên Sûriyeyê

– Partiya Demokratîk Kurdê Sûriyeyê

– Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê