حركة المجتمع الديمقراطي

Ji momosteyê jin re semînera Jin

554
Koordînasyona Jinê ya Komîteya Perwerdê ji bo mamosteyên jin ên Minbicê û semînera bi navnîşana ‘Zanakirina Jinê’ orgenîze kir.

Semîner li hêwana civînan a Meclîsa Zagonsaz a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate organîzekirin.

Semîner bi amadebûna Endama Rêveber a Meclîsa Jinê Şîlan Ehmed, Endamên Koodînasyona Jin a Komîteya Perwerdeyê Sefîn Ehmed, Waad Deşo û Azadî Mistefa û bi dehan mamosteyên jin ên bajarê Minbicê û gundewarên wê hate dayîn.

Piştî rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê Endama Koordînasyona Jinê a Komîteya Perwerdeyê Azadî Mustefa dest bi dayîna semînerê kir. Azadî di destpêka semînerê de li ser civaka xwezayî û pêşengiya jin ji civakê re got, “Di civaka xwezayî de jin rêvebertî dikir, aborî, çand keşif kir, di rêxistinkirina civakê de rola wê sereke bû, lê bi demê re, hişmendiya zilamê serdest rastî berevaj kir, rola jin di civakê de bi sînor kir, û hemû mafê wî jidest xist da ku kole bike.”

Azadî wiha domand,” Hûn weke mamosteyên jin bi du rolan radibin, ya yekemîn nifşekî fêr û perwerde dikin û ya duyemîn malbata xwe perwerde û bi rêxistin dikin.”

Her wiha Azadî bal kişand li ser tekoşîna jinê û wiha pê de çû,” Di dîrokê de jin tevlî hemû şoreşan bûye. Mînak di Şoreşa Fransayê de jinan rêxistina xwe çêkirin û li hemberî fikirê teng serî rakir. Dîsa jî li hemberî berxwedaniya jinê hişmendiya zilamê serdest bi riya ol û irf û adetên paşverû jin paşguh dikir.”

Di dawiya axaftina xwe de Azadî got ku Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê, Şoreşa Jina azad e. Jinên Bakurê Sûriyê ji bo rola xwe ya rasteqîn di rêvebirin û rêxistina civakê de vegerîne, divê di hemû saziyên civakê yên leşkerî, perwerdahî, siyasî de bi awayekî xweser xwe bi rêxistin bikin.

Her wiha Endama Rêveber a Meclîsa Jin Şîlan Ehmed di semînerê de axivî û got, ” Erka jina mamoste perwerdekirina nifşan e, jin xwedî roleke sereke di zanekirin û pêşxistina civakê de her aliyan de ye.”

Di dawiya Semînerê de Şîlan tekez kir ku divê jin asta zanebûna xwe pêş bixîne û xwe ji kevneşopiyên civakê rizgar bike û her wiha beşdarî hemû aliyên civakê bibe û rola xwe aktîv bike.