حركة المجتمع الديمقراطي

Şehîdên komkujiya Pirsûsê li Qamişlo û Kobanê hatin bi bîranîn

635

Li Qamişlo û Kobanê şehîdên Komkujiya Pirsûsê ya 2015’an bi merasîman hatin bîranîn.

Saziya Yekîtî û Piştgirya Gelan (SYPG) û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi boneya Salvegera 3.emîn a komkujiya Pirsûsê li Qamişlo û Kobanê merasîmê bîranînê lidar xis

Merasîmê bîranînê li parka Şehîd Şepal a li taxa Xerbî hate lidarxistin.

Bi dehan şêniyên bajêr di merasîmê de amade bûn.

Li parkê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 33 şehîdên komkujiya Pirsûsê hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Mihyedîn Hesen axivî. Hesen anî ziman ku şehîdên komkujiya Pirsûsê ji bo piştgiriya gelê Kobanê biryar dabûn û berê xwe bidin Kobanê, lê beriya ku bighêjin di encama êrîşeke hovane de şehîd bûn û wiha domand, “Şehîdên Pirsûsê di dilê gelê Rojava de ne, ji ber ku ew ji bo zarokên Kobanê şehîd bûn.”

Rêveberiya Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya ku şahida komkujiyê bû bûyera komkujiyê vegot û anî ziman ku dewleta faşîzim a Tirkiyê çeteyek sand ta ku xwe di nava şoreşgeran de biteqîne.

Asya anî ziman ku armanca komkujiyê şikandina îradeya gel e û nehêle ku desteka madî û manewî bi gelê Kobanê re bê kirin.

Di merasîmê de straneke li ser şehîdên Pirsûsî ji aliyê komekê ve hate pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê jî li pareke bajêr wêneyên şehîdên komkujiyê danîn û find vêxistin

Di merasîmê de bi navê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Mihemed Qasim, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî Şêrîn Osman, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ezet Hemo û Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Cemal Çeçan komkujiyên derheqê gelê Kurd şermezar kirin û destnîşan kir ku armanca hikûmeta Tirkiyê ji komkujiyan şikandina vîna gelê Kurd e.

Kesên axivîn, soza dan ku ew xeta şoreşa Rojava berdewam bikin û xeyalên şehîdan bi cih bînin.

Yek ji welatiyên Kobanê jî di merasîmê de helbesteke bi navê “Şehîd Namirin” xwend.

Li ser jiyana şehîdên komkujiyê û amadekariyên wan çûna Kobanê senevîzyoneke hate pêşkêşkirin.