حركة المجتمع الديمقراطي

Çeteyên Tirkiyê nasnameyan ji şêniyên Babê re amade dike

654

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker wekî gaveke ji bo parçekirina ji Sûriyê nasnameyê nû ji şêniyên herêma Babê re amade dikin.

Li gorî Ajansa Reutersê, berpirsê qaşo Meclîsa Şaredariya Babê Ebdulrezaq Ebdulrezaq diyar kir ku hembû madeyên derxistina nasnameyan ji Tirkiyê ne û bi hevkariya wan nasname têne derxistin.

Di navbera hêzên li Babê de nakokî li ser desthilatdariyê heye, di serî de Tirkiyê ku  Efrîn, Ezaz, Cerablus û Bab dagirker kiriye dixwaze serdema Osmanî zindî bike.