حركة المجتمع الديمقراطي

′Gelê Sûriyeyê dikare aloziya xwe çareser bike′

679

Derhêner û endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Sûhêr Sermînî got ku gelê Sûriyeyê xwe bi xwe dikare aloziya Sûriyeyê çareser bike bêyî ku tu aliyê derve destwerdanê bike. Her wiha diyar kir ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê rola jinan di hemû aliyên jiyanê de ya sereke ye.

Derhênera sûrî û endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Sûhêr Sermînî li ser girîngiya 3`yemîn Kongreya MSD`ê û pêşketinên dawîn li Sûriyeyê ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Sûhêr destnîşan kir ku gelek pêşketinên berbiçav di aliyê leşkerî û siyasî de li Sûriyeyê pêk hatin û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e zext li hêzên navdewletî û herêmî were kirin da ku hevpeyîveneke Sûrî – Sûrî were lidarxistin û aloziya Sûriyeyê bêyî dewstwerdana derve were çareserkirin.”

Sûhêr Sermînî got ku girîngiya lidarxistina 3`yemîn Kongreya MSD`ê ji ber ku li cihekî stratejîk li Sûriyeyê li bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Sûhêr destnîşan kir ku xaka Tebqayê ji aliyê çete û terorîstan ve hatibû dagirkirin lê piştî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin şêniyên bajar li malên xwe vegeriyan.

Sûhêr di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pirrengiya kongreyê rastiya Sûriyeyê diyar kir û tekez kir ku hemû pêkhate bi azadî û aramî bi her dijîn û çarenûsa wan yek e û wiha pê de çû: “Em bi hêvî ne ku encamên kongreyê destpêka vekirina deriyê hevpeyvîneke Sûrî – Sûrî be. Ji ber ku çi nuqteya ku hevpeyvînê jê derê ji bo hemû gelê Sûriyeyê dê pir girîng be.”

Sûhêr her wiha tekez kir ku rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina herêmên Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ`ê de pir girîng e û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker bi dagirkirina wê ji Efrîn û hindek bajarê Sûriyeyê re dixwaze aloziya Sûriyeyê dirêj bike û alîkariya terorê dike. Baweriya me heye ku wê hemû herêmên Sûriyeyê ji dewleta tirk a dagirer û çeteyan rizgar bibin. Efrînê wê li xwediyên xwe vegere. Em tu carî qebûl nakin ku dagirker li ser xaka me hebin.”

Di dawiyê de Sûhêr Sermînî got ku rola jinan di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de pir girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rola jinan di birêvebirina civakê de sereke ye. Ji ber wê em her dem dibêjin ku pêwîst e jin di hemû aliyên jiyanê de cihê xwe bigire. Jin li Bakurê Sûriyeyê cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de digire û tev li şeran dibe. Ji ber wê em bi hêvî ne ku tecrubeyên wê li hemû herêmên Sûriyeyê belav bibin.”