حركة المجتمع الديمقراطي

‘Lihevkirinên têkildarî Bendava Firatê tenê ji bo xizmetguzariyê ne’

582

Di demên dawîn de di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û rêjîma Sûriyeyê de der barê hin mijarên xizmetguzariyê û di serî de Bendava Firatê de, lihevkirin pêk hat. Hevserokê Meclisa Zagonsaz ê herêma Tebqayê Hamid El-Ferec der barê mijarê de got ku ev lihevkirin ji bo xizmetguzariyê ne.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec der barê lihevkirinên hatine kirin agahî dan ajansa me (ANHA) û got ku di demên dawîn de mijara danûstandinan û lihevkirina der barê Bendava Firatê ya herêma Tebqayê hate belavkirin û wiha dom kir: “Mijar di rastiya xwe de tenê lihevkirineke demkî di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û rêjîma Sûriyeyê de ye. Armanc ji vê yekê jî mijarên xizmetguzariyê ne. Ji ber ku bendav a Sûriyeyê ye û hemû gelê Sûriyeyê ji ceyran û ava wê sûdê werdigire.”

El-Ferec der barê sedema wan lihevkirinan de jî ev tişt anî ziman: “Me dixwest hemû alavên bendavê yên zirar dîtin, temîr bikin. Ev jî zêdeyî hêza bi tenê ye. Em li vir behsa pêlikên bendavê yên hema bêje bi temamî hatine rûxandin dikin, her wiha beşa kontrolê yên ji ber kiryarên komên çete zirar dîtine û xira bûne, her wiha trensên rawestiyane, kablo, parçe û cureyên zeytên ku nayên peydakirin, her wiha wêraniya ku di beşeke mezin ji odeya kontrolê de çêbûye. Ev hemû jî ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê pêk hatine.”

El-Ferec da zanîn ku lihevkirinên wan tenê di warê xizmetguzarî û fenî de ne û wiha dom kir: “Tê payîn ku endezyar, fenî û karmendên ku berê di bendavê de kar dikirin, dê li kêleka karmenên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bixebitin, da ku xebatên xebitandina bendavê pêk bînin, her wiha rêbaza peydakirina parçeyên taybet ji bo xebatên temîrkirinê werin peydakirin.”

Bi vê boneyê El-Ferec binpêkirinên ku hikumeta Tirkiyeyê ji qanûnên navdewletî û qutkirina ava Firatê jî bi bîr xist û bang li hemû civaka navdewletî kir ku li dijî kiryarên dewleta tirk derkevin, da ku gelê Sûriyeyê para xwe ya qanûnî ji ava çemê Firatê wergire.

Meclisa Rêveber a Girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di demên dawîd de daxuyaniyek da û îdiayên têkildarî lihevkirinên bi rêjîmê re zelal kirin. Di daxuyaniyê de Bendava Firatê wek berhemeke niştimanî ku ceyranê dide piraniya herêmên Bakurê Sûriyeyê zelal kir.