حركة المجتمع الديمقراطي

Encamnameya Kongreya MSD’ê hate eşkerekirin

570

Sêyemîn Kongereya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku li Tebayê hate lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Sêyemîn Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Reqayê bi dirûşemaya ” Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî ve” hate darxistin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya Kongreya Sêyemîn a MSD’ê wiha ye;

“Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di dîroka 16’ê Tîrmeha 2018’an de li bajarê Tebqaya ji desthilatdarî û çeteyan re rizgarkirî bi dirûşemeya ” Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî ve” û bi beşdarbûna derdora 300 delegeyan û mêvanên ji nûnerên hêz, partî û deste û rêxistinên rêveberiyên xweser û ên sivîl, QSD, kesayetaên niştimanî yên opozisyona derve û ya hurdîrin hate lidarxistin.

Bi dehan peyamên pîrozbahiyê ji aliyê partî û hêzn kurdî, erebî, kesayetên civakî ve hatin şandin. Di hemû peyaman de piştgiriya kongrê hate kirin û têkoşîna wê ya di vê pêjvajoya ku Sûriyê û Rojhilata Navîn û cîhan tê re derbas dibe hate silavkirin.

Di vê pêvajoya heyî de, pêwîstî bi berpirsyartiyê û hebûne nêrîneke rêxistinkirî, demokratîk, diyar ku ti îdeolojî nikare wê bin bixîne heye. Her wiha divê  lêvegereke dûrî berjewendiyên partiyekî hebe. Li ser vê yekê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk lêveger û sîwana siyasî ya rêveberên xweser û meclîsên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Beşdarên Kongrê tekez kirin ku çareseriya siyasî û diyalog riya enqazkirina welat ji aloziyê ye.

Piştî axaftina destpêkê ku ji aliyê Hevseroka Meclîsê ve hate kirin, hin mêvan jî axaftin kirin, her wiha peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Kongrê bi xwendin û nirxandinên xebatên meclîsê, her wiha xwendina raporên buroyên wê, rêzikanmeya meclîsê û guhertina wê dewam kir.

Her wiha mekanîzmeya Meclîsên hate guhertin. Li gorî wê tekezî li ser ku doza niştimanî bingeha çareserkirina dozaên civakî ye, di nav de dozên girêdayî mafê pêkhateyan hate kirin.

Beşdaran damezirandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk nirxandin û wekî gaveke ber bi çareseriya aloziyê Sûriyeyê ve destnîşan kir û dibînin ku nêrîna wê ya ji bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn ya herî rast e û Damezirandina projeya Sûrî demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkumen û hwd pêk tîne.

Kongre gelek biryar girtin û hin xalên rêziknameyê guhertin. Dîsa jî tekezî li ser domadina xeta stratîjîk li gorî mekanîzmeya sazbûnê, nirxên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan û yekîtiya çarenûsa gel dike.

Beşdaran her wiha, diyar kirin ku ew ê bi hemû rêbazan dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê têk bibin û hemû biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya li Şehbayê hate lidarxistin, pêk bînin û bi hemû saziyên niştimanî, herêmî, cîhanê ji bo vegera gelê Efrînê bixebitin.

Beşdaran di dawiyê de Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hilbijartin û Îlham Ehmed jî wekî Seroka Desteya Rêveber a meclîsê  hilbijartin. Her wiha 41 endamên meclîsa serokatî ya meclîsê, di nav de 20 jin hatin hilbijartin. Endamên desteyê jî di civîna yekemîn de werin hilbijartin. Endaman soz da ku ew ê xeta şehîdên azadî û demokrasiyê bişopînin û ji bo avakirina pergaheke ne navendî û demokratîk li Sûriyê bixebitin.”