حركة المجتمع الديمقراطي

Konferansa Kongreya Star a Herêma Firatê bi dawî bû

621

3. Emîn Konferansa Kongreya Star a Herêma Firatê bi avakirina meclîsa nû û biryaran bi dawî bû.

3’yemîn Konferansa Kongreya Star a Herêma Firatê vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dirûmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê em ê şoreşa jinan veguherînin şoreşa civakê” destpê kiribû. Konferansa bi beşdarbûna 271 delegeyan û hejmareke mêvan hate lidarxistin.

Piştî axaftinên beşdaran û xwendina rapora kongre ya salane, konferans bi nîqaşan derbarê rewşa rêxistînî, pirsgirêkên jinan, çawaniya derbaskirina astengiyan, rexne û gelek mijarên din ên girêdayî jinan berdewam kir.

Di konferansê de, her wiha senefîzyoneke derbarê karê û xebatên ku kongre di nava salekê de pêk aniye hate pêşkêşkirin.

Di dawiya konferansê de, biryar hatin girtin, ji wan;

”Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha têkoşîna jin e , li ser vê yekê ji bo belavkirina fikir û felsefeya Ocalan di nava jinan û hemû beşê civakê de xebat werin kirin, vekirina akademiya jinan li kantona Girê Spî, vekirina komîngehên jinan li hemû herêman, pêşxistin û zêdekirina dewreyên perwerdeyê ji bo jin, ciwan û zarokan, piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê, aktîvkirina komînan jinan û pêşxistina aboriya jinan.

Her wiha pêşxistina rola jin di parastinê de, xurkirina dewreyên perwerdeyê yên zimanê dayikê, siyasî û bîrdozî ji hemû teman re û vekirinê baxçeyên zarokan.

Di konferansê de, koordînasyona giştî ya Kongreya Star a herêma Firatê ji 5 jinan hate hilbijartin. Endamên koordînasyonê ev in, ” Sara Xelîl, Zehra Berkel, Hele Umer, Almaz Romî û Dîlan Hesen”. Her wiha meclîsa nû hate hilbijartin, endamên wî 40 jin in.

Endamên meclîsa nû sond xwarin.

Axaftina dawî ya koferansê ji aliyê Endama koordînsayana Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin ve hate kirin. Peyamn got, “Îro rojeke dîrokî bû, jinan gelek mijar girêdayî xwe û xebatên xwe nîqaş kirin.”

Konferans bi durşmeyên “Jin Jiyan Azadî û Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.