حركة المجتمع الديمقراطي

Çeteyên Artêşa Tirk li Efrînê hezar darên din şewitandin

470

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li kantona Efrînê bê navber didomîn in. Welatiyan direvînin, mal û milkên wan talan dikin, her wiha zeviyên welatiyan û darên zeytûnan jî dişewitîn in. Çeteyan îro li gundê Xazyana ya navçeya Mabata zêdeyî hezar daran şewitandin.

Çavkaniyekî ji gundê Xozyana ya navçeya Mabata ya Efrînê ji ajansa  (ANHA) re ragîhand ku Artêşa Tirk û çeteyên wê îro agir bi zeviyên gund ên li pişt kargeha givaştinê ya gundê Xazyana jêrîn a li rojhilat-bakurê gund xistin.

Heman çavkanî da tekez kir ku di encama agir de derdora hezar darên zeytûnan ên gundiyan hatin şewitandin û gotin ku agir hîn jî fireh dibe û ber bi geliya navçeya Şiyê ve diçe. Metirsîn heye ku ji ber agir bi hezaran dar werin şewitandin. Hate gotin ku çete rê nadin welatî agir vemrîn in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan li geliya Tîra ya navçeya Raco derdora 2 hiktar ên ku zêdeyî 3 hezar darên zeytûnan, hinar, tirî û herwekî din têde bûn, şewitandin.