حركة المجتمع الديمقراطي

‘Konferansa Ciwanan pêşxistina rola ciwanan armanc dike’

622

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn Akif Mustefa anî ziman ku amadekariyên konferansê li Rojava didomin û destnîşan kir ku armanca konferansê xurtkirina rola ciwanan a di belavkirina fikrê neteweya demokartîk de ye, da ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibin bersiv.

Li Rojava rêxistin û tevgerên ciwanan amadekariyên Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Der barê mijarê de endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn Akif Mustefa ji ajansa me re axivî.

Mustefa anî ziman ku amadekariyên konferansê ji dema bidawîbûna konferansa yekemîn ku di Adara 2015’an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê hate lidarxistin, dest pê kir û wiha pê de çû: “Konferansa yekemîn di sala 2015’an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, bi amadebûna nûnerên rêxistinên ciwanan ên Sûriye û Rojava hate lidarxistin. Ji biryarên ku di konferansê de hatin dayîn, ew bû ku konferansa duyemîn li Rojava were lidarxistin, ji ber ku Rojava wek qadeke girîng a têkoşîna gelan ji bo demokrasiyê tê naskirin. Her wiha biryar hate dayîn ku koordînasyonek were avakirin da ku biryarên konferansê û pêkanîna wê bişopînin. Koordînasyonê civîna xwe ya yekem di mijdara 2015’an de li paytexa Lubnan Beyrûtê bi amadebûna nûnerên Sûriye û Rojava, Iraq, Tirkiye û bakurê Kurdistanê û Qibrisê hate lidarxistin.

‘Hevdîtinên Komîteya Amadekar didomin’

Mustefa tekez kir ku amadekariyên lidarxistina konferansa duyemîn bê navber didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava amadekariyên konferansa duyemîn didomin. Di çarçoveya amadekariyan de, di meha gulanê de civîneke berfireh li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Di civînê de tekezî li ser girîngiya lidarxistina konferansê hate kirin. Li ser vê yekê li Rojava amadekarî têne kirin. Komîteya Amadekar hevdîtinên xwe bi tevgerên ciwanan ên kurd, ereb, suryan, ermen re didomîne. Tê payîn ku komîte dê di demeke nêzîk de encamên çalakî û amadekariyên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera bike.”

‘Armanc ew ku ciwan rola xwe di çareserkirina dozên Rojhilata Navîn de bilîzin’

Têkildarî armancên konferansê, Mustefa destnîşan kir ku ew hewl didin rola ciwanan xurt bikin, da ku karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibin bersiv û wiha domand: “Em hemû dizanin ku Rojhilata Navîn bûye navenda krîzê, beşê ciwanan jî pêşengên civakê de û hêza wê ya herî dînamîk e. Em jî hewl didin vê rolê bi pêş bixin, heta ku karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bibin bersiv û Rojhilata Navîn ji krîzê xelas bikin û civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin. Armanca din a konferansê jî fikrê şoreşa gelên demokratîk li Rojhilata Navîn belav bibe. Em hewl bidin sîstema neteweya demokratîk di çarçoveya Rojava de sînordar nemîne, di heman demê de li tavahî Rojhilata Navîn belav bibe, ji ber çareya herî guncaw a hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. ”

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistin û tevgerên ciwanên demokratîk, şoreşger, çepgir û komunîst kir ku beşdarî konferansê bibin û wiha got: “Bi hev re aloziya Rojhilata Navîn çareser bikin û Rojhilateke Navîn a demokratîk û civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin.”