حركة المجتمع الديمقراطي

‘Daxuyaniya Barzanî erzankirina xwîna kurdan e’

609

Rojnamegerên başûrê Kurdistanê diyar kir ku hedefa Tirkiyeyê ne Qendîl e, dixwazin wekî Efrînê gelê kurd ji herêma Başûr jî derxin û li ser daxûyaniyên Neçîrvan Barzanî jî wiha hate gotin: “Daxuyaniya Barzanî erzankirina xwîna kurdan e. “

Di mehên dawîn de dewleta tirk a dagirker êrîşên li ser başûrê Kurdistanê zêde kirin û nêzî 30- 40 km sînorê xaka başûrê Kurdistanê dagir kir. Di encama êrîşên dagirkeriyê de bi dehan sivîlên herêmê şehîd bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 4’ê mehê de, der barê dagirkeriya li ser başûrê Kurdistan de daxuyaniyek da. Barzanî dagirkeriya dewleta tirk meşrû dît, PKK wek “hêzeke dagirker” bi nav kir û qetilkirina sivîlan jî asayî dît.

Rojnamegerên başûrê Kurdistan; sernûserê rojnameya Hewal Burhan Hecî Silêman û rojnameger Şivan Mihemed, sedem û encamên dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê, daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî û li dijî dagirkeriyê rola rojnamegeran nirxandin.

‘Dixwazin wekî Efrînê, gelê kurd ji başûrê Kurdistanê jî derxin’

Rojnameger Burhan Hecî Silêman bal kişand ser armanca dagirkeriya dewleta tirk û diyar kir ku li ku devera cîhanê dibe bila bibe, dema kurd çirûskeke azadî bi dest bizin dewleta tirk dê êrîşî wê çirûska azadiyê bike. Silêman êrîşên dagirkeriyê yên li ser bajarê rojavayê Kurdistanê Efrînê bi bîr xistin û wiha got: “Dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê êrîşî Efrînê kir û gel ji warê wan derxist.” Silêman da zanîn ku armanca dewleta tirk ne Qendîl e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Planên wan kûrtir in, dewleta tirk dixwaze tevahiya axa başûrê Kurdistanê bixe bin desthilatdariya xwe. Bi taybet jî çav berdaye axa Kerkûkê. Dixwaze çawa ku ji Efrînê gel derxist û li cihê wan çeteyên xwe bi cih kirin, dixwaze li başûrê Kurdistanê jî heman tiştan pêk bîne.”

‘Dixwaze kurdan lawaz bike û axa Kurdistanê kontrol bike’

Rojnameger Şivan Mihemed jî armancên dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê wiha nirxandin: “Dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistan vê carê cuda ye. Di salên 90’î de mijarek taktîkî bû, lê niha dixwaze ji aliyê stratejik ve dagir bike û li herêmê mayînde bibe. Bi taybet ji Zaxo heya Qendîl û sînorên Îranê.” Şivan Mihemed sedemên dagirkeriya dewleta tirk wek du xalên sereke şîrove kir û wiha got: “Ya yekê dixwaze desthilatdariya xwe li ser herêmê bide çêkirin, kurdan lewaz bike û herêma Kurdistanê kontrol bike. Ya duyemîn jî biçe ser sînorên Îranê.”

‘Êrîşên dewleta tirk li Qendîlê bi ser nakevin’

Şivan Mihemed destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk dê di başûrê Kurdistanê de bi ser nekevin û sedemên serneketinê wiha rêz kirin: “Her çendî Tirkiye heta niha wekî ku Îran bi wê re ye dide nîşan jî, hîn tu deng ji Îranê nehatine. Em dizanin li ser herêma Rojhilata Navîn du hêz hene. Yek aliyên sunnî û ya din jî aliyê şîa ye. Îran û şîayên Iraqê aliyê şîa, Tirkiye û Siudî jî aliyên sunnî ne. Her çendî li ser mijara kurd, Îran û Tirkiye heta cihekî li hev bikin jî, lê di demdirêjî de ev her du alî li dijî hev in. Hatina leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorên Îranê dê rastî helwestên Îranê bê. Ji ber wê jî ev êrîş wisan hêsanî bi ser nakevin. Li aliyê din jî dê gelê herêmê li cem Tirkiyeyê cih negire. Yên li cem Tirkiyeyê cerdevanên Bakur û hinek hêzên çete ên li Sûriyeyê ne. Ev hêz ne xelkê herêmê ne, zêde demdirêj namînin û gelê herêmê jî van qebûl nake. Jixwe piştî çend mehên din zivistan tê û çiyayên herêmê asê ne, dê dewleta tirk nikaribe tê de şer bike. Lê dema hêzeke kurd bi dagirkeriyê re hevkariyê bike, ku niha di pileya yekem de PDK nêzîkî Tirkiyê ye, dê bibe sedem ku dewleta tirk sûdê ji parçebûna neteweyî wergire.”

‘Daxuyaniya Barzanî erzankirina xwîna kurdan e’

Rojnameger Burhan Hecî Silêman daxuyaniya Barzanî ya ku piştgiriya dagirkeriya dewleta tirk dike, nirxand û anî ziman ku ev daxuyanî ne ya gelê herêmê ye, tenê di bin berjewendiyên têkiliyên Tirkiye û PDK’ê de ye. Silêman bertek nîşanî gotinên Barzanî yên ku qetilkirina sivîlan meşrû dikir da û wiha axivî: “Ev daxuyanî erzankirina xwîna kurdan e. Dema li welatekî gelê sivîl ji aliyê hêzeke din ve tên kuştin, hikumet bersiva êrîşan dide. Lê ji bo ku dewletên biyanî aciz nebin, em xwîna xwe erzan dikin. Ev daxuyanî ne ya gelê Başûr e, tenê girêdayî AKP û PDK’ê ye. Gel li dijî dagirkeriya hemû hêzên biyanî ye. Ev daxuyanî zirareke mezin dide gelê kurd û xwîna kurdan. ”

‘Ev dagirkerî dê herêma Kurdistanê parçe bike’

Rojnameger Şivan Mihemed helwestên partî û gelê başûrê Kurdistanê yên li hemberî dagirkeriya dewleta tirk jî nirxandin û wiha got: “Her tim gelê başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran yekgirtî ye. Lê helwesta partiyên siyasî ji hev cuda ye. PDK li gel Tirkiyeyê ye, aliyên din jî bê deng in. Lê gel dagirkeriyê qebûl nake. Eger ev dagirkerî demdirêj be dê parçebûnê di nava siyaseta kurd û gelê kurd de çêke. Wek salên 1990’î dê vegere şerê navxweyî û dê dewletên wekî Îran û Tirkiye ji parçebûna kurdan sûdê wergire. Em hêvîdar in ku gelê kurd li dijî dagirkeriyê bibe yek û yan jî xetereyeke mezin dê li ser nirxên neteweyî bê holê. Eger ev dagirkerî berdewam bike dê gel li dijî derkeve, dê civak bibe du beş.”

‘Saziyên medyayê di destê PDK û YNK’ê de ne’

Burhan Hecî Silêman, li ser mijara bertekên rojnamegerên başûrê Kurdistanê diyar kir ku ji ber ku dagirkerî bûye sedema parçebûna neteweyî, her partiyek li aliyekî siyasetê dike. Silêman destnîşan kir ku her çendî rojnameger û rewşenbîr li dijî dagirkeriyê deng derdixin jî, heta niha nekarîne zextekê li ser aliyên siyasî bikin. Li ser heman mijarê Şivan Mihemed jî da zanîn ku rojnameger jî wek siyaseta heyî parçe bûne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Kanal û qada rojnamegeriyê ya bihêz di destê rojnamegerên partiyan de ne û rojnameger ji wan partiyan in. Rojnamegerên serbixwe li ser mijara dagirkeriyê rapor û nûçeyan çêdikin, lê qada van rojnamegeran qadeke teng e. Saziyên medyayê di destê PDK û YNK’ê de ne.”