حركة المجتمع الديمقراطي

Li ser girîngiya seferberiyê semînerek hate lidarixistin

653

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê semînereke li ser prensîb, rewabûn, girîngî û prensîba serxistinê li dar xist.

Yekitiya Rewşenbînên Herêma Cizîrê (YRHC) li ser seferberiya rizgarkirina Efrînê ku  di 21’ê Hezîranê de ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve li Şehbayê hate destpêkirin, semînereke diyalogê li dar xist. Ji saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên ragihandinê û rewşenbîr tev li semînera diyalogê bûn. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo hat lidarxistin.

Semînera diyalogê ji aliyê endamê Yekitiya Rêwşenbîrên Herêma Cizîrê Melevan Resûl ve hat birêvebirin. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, nîqaşan dest pê kir. Li ser xalên pirensîbên seferberiyê, di aliyê hiqûqî de mafên seferberiyê û rewabûna wê, girîngiya wê û bandora giştî, prensîba serxistinê nîqaş hatin kirin.

Melevan Resûl wate û pêwîstiya seferberiyê şîrove kir. Resûl diyar kir ku dema xetereyek, êrîşêk ji derve yan jî afatek xwezayî li ser civakekê çêdibe, ji bo parastina gel, ax û neteweyê rêveberiya wî welatî seferberiyê îlan dike. Resûl got ku seferberî ji her kesê ku di wî welatî de dijî û hemwelatiyê wî welatî tê xwestin. Resûl destnîşan kir ku seferberi ji bo gel, saziyên sivîl û hemû saziyên wî welatî derbaz dibe û wiha axivî: “Her kes li gorî tiştê ku dikeve ser milê wî/wê û karê ku dikare bike tev li seferberiyê dibe.”

Resûl da zanîn ku seferberî mafekî hiqûqî ye. Resûl bal kişand ser êrîşên çete û dewleta tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Niha Bakûrê Suriyeyê yê di bin xetereyê de ye, Rêveberiya Xweser jî di halê hazir de herêmê bi rê ve dibe û rêveberiyek e. Mafê Rêveberiya Xweser heye ku seferberiyê îlan bike ji bo parastina gel, welat û rêveberiya xwe.”

Ji beşdaran Hena Hena ku ji pêkhateya suryan e, mafê axaftinê girt û anî ziman ku divê seferberiya ji bo Efrînê demdirêj be.

Resûl, qala Berxwedana Serdemê kir û wiha pê de çû: “Di rastiyê de Efrîn neketiye, di mêjiyê gel de Efrîn neketiye, li gorî sîstema Rêveberiya Xweser û Federasyona Bakûrê Sûriyeyê Efrîn neketiye, li beranberî wê rûyê exlaqî yê saziyên cîhanî ket. Hêzên koalîsyonê ketin.”

Di dawiya semînerê de Resûl bal kişand ser girîngiya seferberiyê ya ji bo Efrînê û da zanîn ku divê gelê kurd bi rihê seferberiyê ji bo hemû rewşan amade be.