حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberiya Tebqayê îdiaya derbasbûna hêzên rêjîmê li Tebqayê derewand

568

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê gotegotên ku dibêjin hêzên rêjîma Sûriyeyê devereke ewlehiyê ji xwe re li Tebqayê ava dike, yan dê bendava Firatê wergire, bi daxuyaniyekê derewandin.

Der barê gotegotên girêdayî avakirina devereke ewlehiyê ya rêjîma Sûriyeyê li Tebqayê û wergirtina bendava Firatê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyek da û ew îdia derewandin.

Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye:

“Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, girêdayî gotegot û îdiayên ku hin alî li ser malperên civakî belav dikin ku hêzên rêjîmê derbasî Tebqayê bûne, tu rastiya van gotegotan tune ye.

Karmendên kevn ên bendava Firatê yên girêdayî rêjîmê hê jî li ser karê xwe ne. Ji ber ku bendav berhemeke niştimanî ye û kehrebeyê ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê re peyda dike. Ji ber vê yekê bendav di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rastî gelek ziyanan hat. Ji ber kêmderfetan em xebatên karmendên berê yên bendavê û xebatkarên ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl ve hatine erkdarkirin, wek pirsgirêk nabînin. Nemaze ji ber ku xebatên wan dikevin xizmeta giştî welatiyan.

Tu hevpeyman bi rêjîmê re der barê bendavê yan mijareke din de pêk nehatine.

Girêdayî gotegotên avakirina devereke ewlehiyê li Tebqayê jî tu rastiya vê jî tune ye û ev îdiayên ku li ser malperên civakî ji aliyê hin kesan ve hatine belavkirin, dûrî rastiyê ne.

Dubare em diyar dikin ku em ji hemû diyalogên dikevin xizmeta gelê Sûriyeyê re amade ne û bi taybet di aliyê xizmetguzarî û berhemên hevbeş de.”