حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Şengalê li dijî dagirkeriya Tirk û helwestên PDK`ê daxuyanî da

665

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengelê diyar kir ku PDK`ê bi riya daxuyaniyên xwe yên sosret dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê rewa dike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengelê derbarê dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK`ê li hemberî vê dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

ʺDewleta Tirk a dagirker bi hezar sala ne  dijminatiya gelê bindest û azadîxwaz dike. Ji bo emrê desthilatdariya xwe dirêj bike, bi hemû hovîtiya xwe êrîş tîne ser gelê me û bi dehan komkujî û qetilam li ser gelê me pêk anîne.

Heger ji destê wê wera wê nehêlibe gelê me serê xwe rabike, ev pirsgirêka wan a fikirî heya niha li ser gelê  me berdewam e.

Ev demeke dirêj e dewleta Tirk bi rengekî veşartî êrîşî deskeftiyên gelê Kurd dike, heta jê dihat destek dida DAIŞ û bi ser gelê me de şand. Piştî DAIŞ`ê, li ser destê hêzên Kurdî hat jinavbirin, êdî dewleta Tirk bi xwe kete nava tevgerê, bi rengekî ku hişê  xwe winda kiriye û gef li her 4 parçên Kurdistanê dixwar. Piştî êrîşa li ser Efrînê hate kirin û binkeftinek herî mezin ji aliyê dewleta Tirk ve hate jiyankirin, ji ber bi hemû hêz û teknîka xwe nikarîbû xwedî li axaftina xwe derkeve, li hemberî şervanên azadiyê bi bin ket.

Ev 3`yê meh in êrîşên xwe tîne ser Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ew ne tenê şerê PKK`ê dike, ew şerê tevahiya gelê Kurd dike û heya niha çend car in di daxuyaniya xwe de ev yek diyar kir ku ew ê rê nede  gelê Kurd bigehê mafê xwe, lê  tiştê ku îro em pê dêşin, nêzîkatiyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û daxuyaniyên sosret ên li ser çapemeniyê didin û êrîşên dewleta Tirk rewa dibînin û PKK`ê sûcdar dibîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî wek dewleta Tirk li hember gelê Kurd sûc dike, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK`ê kurdîtiya xwe li ber  çav derbas bike. Ev 40 sal e PDK`ê piştgriya dijminên gelê Kurd dike û doza kurdîtiyê li milekî hiştiye. Ji bo ku PDK`ê nekeve pelekî reş di dîrokê de, divê nêzîkatiyên xwe sererast bike.

Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê nêzîkatiyên PDK`ê bi tu awayî manê nadinê û qebûl nakin. Em  wek gelê Şengalê em ê heta dawiyê piştevaniya gelê xwe li Başûrê Kurdistanê bikin. Her wiha PKK`ê temsîla hemû gelê bindest dike û ji bo wan tekoşîn dike, em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku li hemberî vê rûreşiyê bêdeng nemînin, ji ber dewleta Tirk li hember hemû mirovahiyê sûc dike.ʺ