Rêxistina Kongreya ya bajarê Qamişlo, amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn didomînin. Di vê çarçoveyê de, rêzecivîn hatin lidarxistin.
Amadekariyên lidarxistina konferansa duyemîn a Kongreya Star didomin. Rêxistina Kongreya Star du civîn, yek li bajarokê Ûkaz û yek li Ceza li dar xistin.
Civîn li rêzgirtin destpê kirin, paşê jê Rêvebera Kongreya Star Henîfe Mihemed rêziknameya Kongreya Star xwend û rola jin di civakê de nirxand.
Henîfe Mihemed destnîşan kir, ku şoreşa Rojava de bi şoreşa jin tê nas kirin, jinan ji bo azadiya xwe û civaka xwe berdêlên mezin dan û li hemerî kevneşopiyên paşverû sekinin ta gihiştin vê astê.
Rêvebera Kongreya Star a kantona Qamişlo Xaliya Necar jî rola Meclîsa Jin di rêxistinkirina jinan di her aliyan de destnîşan kir.
Di dawiya civînê de hilbijartin hatin kirin, 7 jin wekî rêveberên meclîsa Kongreya Star a herdu bajarokan hatin hilbijartinên û rêveberên nû sond xwarin.
Li navçeya Tirbespiyê bi heman armacnê jî rêzecivîn hatin lidarxistin.
Civîn li bajarokên Maşûq, Til Marûf û Hilwa hatin lidarxistin.
Di civînê de Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd xebatên kongrê û serkeftinên ku jinên Bakurê Sûriyê bi dest xistine nirxand.
Dîsa jî hilbijartin pêk hatin û ev rêveberên nû yên Kongreya Star ên bajarokê navborî hatin hilbijhartin.