حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Efrînê: Em ê Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin

564

Civînên ku delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji gel re lidar dixin didomin û gelê Efrînê di civînan de anîn ziman ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin.

Li navçeya Ehrez, Fafîn, Til-Qerah, Ehdas û Kefer Naya yên kantona Şehba civîn ji aliyê delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ve hatin lidarxistin û bi sedan şêniyên kantona Efrînê ku li Şehba dimînin, tevlî civînan bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kirin û encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê hat xwendin. Her wiha delegeyan mijarên di konferansê de hatin nirxandin bi gel re parve kirin. Di veguheztina encama konferansê ji gel re Rêveberiyan anîn ziman ku wan di konferansê de xebatên xwe yên Efrînê nirxandine û rexnedayîna xwe dane.

Di civînan de delegeyan balkişandin ser berxwedaniya 58 rojan a Efrînê û anîn ziman ku divê gelên Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê têkevin seferberiyê û xwe li ser wî bingehî birêxistin bikin.

Her wiha di civînan de hat ziman ku gelê Efrînê li kantona Şehba li ber xwe dide, xwe birêxistin kir û niha xwe li gorî şert û mercên şer perwerde dike, xebatên xwe yên dîplomasî hîn xutir kirine û dixebitin ku Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.

Gelê Efrînê jî di van civînan de anîn ziman ku ruhê Berxwedaniya Serdemê her diçe geştir dibe û ew amade ne ku tevlî serferberiyê bibin û Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.