حركة المجتمع الديمقراطي

Amerîka: Heger Tirkiyê S-400 ji Rûsyayê bikire em amade ne cezayan lê feriz bikin

557

Wezareta Derveya Amerîkayê bi daxuyaniyeek ragihand ku heger Tirkiyê pergalên parastina hewayî S-400an ji Rûsyayê bistîne, Washington amade ye cezayan li wê feriz bike.

Cîgirê Wezîrê Derveyê yê Amerîkayê Wess Mitchell derbarê kirîna S-400an a Tikiyê ji Rûsyayê careke din gef li Tirkiyê xwarin.

Wess Mitchell li civîna komîteya Karên Deveya ya Amerîkayê axivî, “Di mijara kirîna S-400an de bi awayekî eşkere me ji Tirkiyê re got ku dê encamên vê yekê hebin. Cîgire Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku dê di çarçoveya madeya (CAATSA) 231 ê Qanûna Dijderketina Neyarên Amerîkayê ya Mueyideyan de mueyide li ser Tirkiyeyê werin sepandin.”

Cîgirê Wezîrê Derve daxuya kirin ku di peywendiyên bi Tirkiyê re serekiya wan astengkirina kirîna S-400an e. Mitchell her wiha bal kişande ser rewşa awarta ya li Tirkiyê û got pêwist e Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soza xwe ya rakirina rewşa awarte (OHAL) bîne cih.