حركة المجتمع الديمقراطي

‘Em ê li Lubnanê ji tecrubeya jinên Bakurê Sûriyeyê sûdê wergirin’

625

Rojnamevan û çalakvana siyasî û hiqûqnasa lubnanî Nehmet Bedredîn got ku mafên jinan di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de wergirtine, li tu welatên din ên Rojhilata Navîn nehatine wergirtin. Her wiha destnîşan kir ku dê piştgiriya şoreşa jinan bikin, dê konferansekê li Lubnanê li dar bixin û ji tecrubeya jinên Bakurê Sûriyeyê sûdê wergirin û tecrubeya wan bi jinên Lubnanê re parve bikin.

Bi armanca naskirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê ji nêz ve, şandeyeke hiqûqnas, rojnamevan û siyasetmedaran serdana Rojava kir. Ajansa ANHA’yê hevpeyvînek bi endameke şandeyê rojnamevan û çalakvana siyasî û hiqûqnasa lubnanî Nehmet Bedredîn re pêk anî.

Hevpeyvîna bi Nehmet Bedredîn re wiha ye:

·  Di serdana we ya Bakurê Sûriyeyê de çi li ber çav bû û hûn şoreşa jinan çawa dinirxînin?

Dema ku mirov derbasî axa Rojava dibe şoreşa jinan li ber çavan e, pêkhateyên Rojava di rizgarkirinê de jinan bingeh dibînin û diyar dikin ku civak bêyî azadiya jinan nayê azadkirin.

Me gelek destkeftiyên jinan bi çavên xwe dîtin, wekî avakirina Jinwar û beşdarbûna jinan di hemû sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de. Her wiha jinan qanûnên taybet ji bo parastina wan çespandine, ev mijar li gelek dewletên Rojhilata Navîn pêk nehatine. Li van dewletan jinan mafên xwe wernegirtine û mafên xwe li gorî zagonên navnetewî yên wekî hevpeymana CEDAW pêk neanîne. Li Bakurê Sûriyeyê hemû pêkhate hevgirtina hev dikin û di avakirina civaka xwe û rêveberiya xwe de tev digerin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi doza xwe bawer in û ji bo azadiyê tê dikoşin. Evan diyarde nîşan didin ku civak dikare rêveberiya xwe li gorî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike. Ev proje li Rojhilata Navîn tiştekî ciyawaz e û piştgiriya mafên jinan dike û jinan wek bingeha avakirina civakê dibîne.

· Di serdana we ya kampên kantona Şehbayê de we rewşa welatiyên Efrînê çawa dît?

Me di serdana xwe ya kampên kantona Şehbayê de morala welatiyên Efrînê gelekî bilind dît. Welatiyên Efrînê bi jin û zarokên xwe di nava ked û xebatan de ne me bi xwe gelekî moral jê wergirt. Welatiyên Efrînê li benda alîkariya rêxistinên mirovahiyê namînin û bi xwe kar û xebatên xwe bi rê ve dibin û ji bilî vegera li mal û welatê xwe tiştekî nabînin. Welatiyên Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê gelekî berxwedêr in.

·  Hûn dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê çawa dinirxînin?

Doza kurdî wekî doza Filistînê ye, her du gel rastî dagirkeriyê, destdirêjî û kuştinê hatine. Avakirina dîwaran li gel durûtiya pîvanên Neteweyên Yekbûyî li hemberî her du gelan û bêdengiya li hemberî komkujiyên der heqê gel de ku tu carî ji bilî azadiya xwe naxwaze. Divê Neteweyên Yekbûyî vê destdirêjiya Tirkiyeyê li Efrînê bi dagirkeriyê bi nav bike û belge bike, her wiha rê li pêşiya destdirêjiyên li dijî welatiyên Efrînê bigire.

·  Hûn wek rojnamevan û hiqûqnas dê çawa piştgiriya şoreşa Rojava bikin, piştî ku we ji nêz ve şopand?

Ji bo alîkariya bi şoreşa jinan a li Rojava re piştî ku em vegerin Lunnanê em ê xebatên xwe bidin meşandin û em ê konferanseke jinan li dar bixin û jinên Rojava jî vexwînin konferansê da ku em ji tecrubeya jinên Rojava sûdê wergirin. Erka me wek rojnameger û hiqûqnas ew e ku em li hemberî destdirêjiyên li dijî welatiyên Efrînê bixebitin û dengê wan bigihînin raya giştî û rastiyên qirêjî yên siyasetên Tirkiyeyê riswa bikin. Nemaze siyasetên Tirkiyeyê yên hewldana guhertina demografîk û dagirkirinê û destdirêjiya li dijî welatiyên Efrînê li rex bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê. Erka me wek mirov ew e ku em dengê mirovên azad ku banga azadî û aştiyê dike ragihînin.