حركة المجتمع الديمقراطي

MSD’ê serkeftina HDP’ê pîroz kir

546

MSD’ê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de pîroz kir û got; “Em di wê baweriyê de ne ku hûnê dîroka Tirkiyê ber bi demokratîbûyîn û edaleta civakî ve biguherînin.”

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi peyameke nivîskî serkeftina Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên duh ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Peyama pîrozbahiyê ya MSD’ê wiha ye; “Bi giyanê berxwedana gelên Bakurê Sûriyê ji hemû pêkhateyan, Kurd, Ereb, Suryan û Asur, bi boneya serkeftina we di hilbijartina 24’ê Hezîranê de û derbaskirina benda ji sedê 10’an em we pîroz dikin.

Serkeftina wê, serkeftina gelên Rojava û Bakurê Sûriye ye, serkeftina xwîna şehîdên Amed û herêmên din ên Tirkiyê ye, her wiha serkeftina Koban, Efrîn, Cizîrê ye û serkeftina destkeftiyên Rojava û Bakurê Sûriyê ye.

Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, bi salan bi hemû hêza li hemberî pergala desthilatdar têdikoşe. Têkoşîna vî gelî ku xwe dispêre îradeya civakê li rexma hemû hewlêdanên AKP’ê û hêzên ku têkoşîna gelê Kurd, Tirk û pêkhateyên din ên reşkirinê, serkeftina xwe îspat kir.

Hişmendiya AKP’ê ku Erdogan serkêşiya wê dike xwe dispêre demogajî xwest îradeya gelê demokrasîxwaz bişkîne, ji lewra êrîşî û dijminnahiya xwe anîn ser Sûriyê û Iraqê. Armanca jî ew bû ku ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn bireve û gelê Tirkiyê bitirsîne.

Wekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, bi serferazî û germahî lê ked û têkoşîna we ya dîrokî ku bingeha xwe ji fikir û fesefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinêrin.

Serkeftina we dê Tirkiyê û Kurdistanê ber bi merheleyeke nû ve bibe, ku nirxên demokrasiyê û pêkanîna hêviyên gelan di azad û rûmetê de diparêze.

Partiya we, rastî astengî û êrîşên wehşî derheqên endamên wê û bernamzetê partiyê Demîrtaş hat. Dîsa jî hemû êrîş li hemberî îradeya gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nebû kelem, ji ber ku gel îsrara xweya demandina xeta aşîtî, demokratîk û edaletê li hemberî xeta zulm û desthilatdariyê îsbat kir.

Careke din em serkeftina we pîroz dikin û em di wê baweriyê de ne ku hûnê dîroka Tirkiyê ber bi demokrasî, edaleta civakî û mafên hemû gelê Tirkiyê ve biguherînin.”