Li Dêrazorê yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk bi merasîmekê hate vekirin.
Li navçeya El-Kebir a gundewarên rojhilatê Dêrazorê yekem Akademiya Civaka Demokratîk bi merasîmekê hate vekirin. Bi dehan şêniyên herêmê, rêveberên Akademiyên Civaka Demokratîk û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê deriyê akademiyê ji aliyê dayika şehîd Ziyad Kebir Sena El-Salih ve hate vekirin. Paşê yek ji rêveberên Akademiyên Civaka Demokratîk Ferzenda Muzir axivî û vekirina akademiyê li hemû şêniyên Dêrazorê pîroz kir.
Munzir di axaftina xwe de got ku her şoreşeke bingehîn a ronakbîrî ji avakirina Akademiyên Civaka Demokratîk û saziyên dîrok û siyaseta avakirina civaka demokratîk dest pê dike.
Her wiha ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Sivîl a Dêrazorê Cemîla El-Hesen, yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal, yek ji rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk Fîras Îbrahîm axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de vekirina akademiyê li hemû şêniyên Dêrazorê hate pîrozkirin û hate gotin ku vekirina akademiyê dê asta zanistî li Dêrazorê bilind bike.
Yek ji rêveberên Akademiyên Civaka Demokratîk Mihemed Eyno diyar kir ku wê di 1`ê Tîrmehê de dewreyeke perwerdeyê bi tevlêbûana 35 endaman dest pê bikin.
Eyno destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina akademiyê ku asta zanebûnê bilind bikin û fikrên neteweya demokratîk li herêmê belav bikin.
Merasîm bi xelekên dîlanan bi dawî bû.