حركة المجتمع الديمقراطي

Xwendekarên zanîngehê hatin xelatkirin

578

Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist û tê de 67 xwendekarên zanîngehê yên serkeftî xelat kirin.

Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ku ji 8 beşan pêk tê û tê de 175 şagirt tên perwerdekirin, bi armanca xelatkirina xwendekarên serkeftî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de 67 xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Şahiya zanîngehê bi merasîmekê û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya zanîngehê Mihemed Muslim axivî û pêşwaziya mêvanan kir. Muslim serkeftina xwendekaran pîroz kir û ji hemûyan xwest ku zanista xwe bixin xizmeta civaka xwe.

Di merasîmê de her wiha piştî axaftinê helbest û şanoyek ji aliyê şagirtên Beşa Zanyariyê ve hate pêşandan. Di dawiya merasîmê de şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de mamosteyekî zanîngehê li tembûrê da û şagirtan li ber stranên şoreşgerî dîlan gerandin.

Şahî bi belavkirina xelatan li 67 xwendekaran bi dawî bû.