حركة المجتمع الديمقراطي

Li Qamişlo nakokiya paqijiyê!

621

Şêniyên bajarê Qamislo aciziyên  xwe ji bo sergoya ku li kolanan nayê paqijkirin anîn ziman. Şaredariyan jî diyar kir ku şêniyên Qamişlo rexne dikin lê girîngiyê nadin paqijiyê û piştî derbasbûna erebeyên sergoyê, kolanan vedigerînin halê berê.

Di çarçoveya Şoreşa Rojava de di 8’ê Tebaxa 2012’an de Şaredariya bajarê Qamişlo ya “Hedaye” hat avakirin. Piştî demekê li Qamişlo 7 şaredarî li gorî taxan hatin vekirin. Di sala 2016’an de hejmara şaredariyan hat kêmkirin û şaredariyên Xerbî (Rojava), Şerqî (Rojhilat) û Şaredariya Navendî hatin vekirin. Di 2018’an de jî şaredariya navendî hat girtin û tenê Şaredariya Şerqî û Xerbî man. Şaredariya Şerqî li 15 taxên ku dikevin rojhilat, Şaredariya Xerbî jî li 5 taxên mezin ên dikevin rojavayê Qamişlo xizmetê dimeşînin.

Li gorî agahiyên me ji Şaredariya Şerqî girtin, şaredarî li taxên Sewra, taxa Siryan, Aşûriyê, Bişêriyê, Qudurbeg, Zeytuniyê, Meheta Kevin, Cirnikê, Meyselûn, Cûdî (Qanat Swês), Elaya, Enteriyê, Cumayê, Erbewiyê û Um Firsan (6 gundên girêdayî) xizmetê dike. Şaredarî bi 9 erebeyên sergoyê û 50 karkerên paqijiyê li van taxan kar dike. Karkerên paqijiyê ji seet 06.00’an heya 14.00’an kar dikin. Rêyên navendî rojê sê caran, nava taxan jî rojê carekê paqij dikin.

Li gorî agahiyên me ji Şaredariya Xerbî (Rojava) girtin, şaredarî li taxên Kornîş, Xerbî ku Suka Qamişlo jî tê de cih digre, Hilêliyê, Hîmo ku 16 komînên gundan girêdayî wê, bajarokê Girbawiyê û 32 komînên gundan ên girêdayî wê xizmetê dikin. Şaredarî, bi 14 traktor, 4 erebeyên mezin û 4’ên biçûk û 76 karkerên paqijiyê xizmeta van taxan dike.

Li gorî van kar û xebatan dema mirov di nava kolanên Qamişlo re derbas dibe, li gelek cihan rastî çop û sergoyê tê, bi taybet jî li sûkê. Qirêja kolanan a ku tê paqijkirin jî saetekî piştî derbasbûyîna erebeya çopê dîsa dizivire halê berê. Li ser vê mijarê ajansa me (ANHA) li kolanan geriya û guhdarî bertek û gazincên gel li şaredariyan kir.

‘Şaredarî baş paqij nake’

Welatiyê bi navê Ciwan Ehmed Xelef ku xwaringeha wî di nav sûkê de li ser rêya Wehdê ye, diyar kir ku nabe ku qirêj di nava kolanan de bimîne. Ciwan destnîşan kir ku dema xebatkarên şaredariyê tên ranahêjin hemû çopê û gotinên xwe wiha domandin: “Erebeyên çopê saet 21.00’an tên. Karê me heya 00.00’an berdewan dike. Qedexeya ku em çopa xwe deynin nava kolanan, ma ez ê vê çopê çi lê bikim? Jixwe selikên çopê jî danaynin, em dixwazin saetên rakirina çopê bên guhertin û selikên çopê bên danîn.”

‘Li hinek cihan çopa kevin nayê rakirin’

Yek ji welatiyên bi gazin Ebd Elbaqî……. yê li taxa Qudurbeg dikana wî ya temîra tirmpêlan heye. Elbaqî anî ziman ku di nava kolanan de erdê vala heye, çopa bi salan li wir kombûyî û nayê paqijkirin. Elbaqî destnîşan kir ku şaredarî girîngiyê dide rêyên navendî, nava taxan baş paqij nake û bang li şaredariyê kir ku karê di nava taxan de baş bike.

‘Şaredarî radike, piştî saetekê gel dîsa qirêj dike’

Esnafê bi navê Ebû Ehmed jî rexne li gelê Qamişlo kir. Ehmed da zanîn ku gel çopê di nava bajar de belav dike û wiha pê de çû: “Dikandar poşetên xwe yên tijî çop dibin ser rêya navendî û wan li wir vala dikin, poşetê dîsa bi xwe re dibin. Ew çop li rêya navendî belav dibe. Di rê de tiştekî dixwin, qotîk an jî naylonan diavêjin kolanê. Erebeya çopê tê paqij dike, piştî wê saetekê dîsa dizivire halê berê.”

Li ser rexneyên gel me fikrên rêveberên beşên paqijiyê yên şaredariyên Şerqî û Xerbî jî girtin.

Berpirsyarê beşa paqijiyê ya Şaredariya Xerbî Dijwar Xelef diyar kir ku rewşa heyî rê li ber gelek pirsgirêkan vedike û wiha axivî: “Alavên me yên paqijiyê kêm in. Hemû hîn ên di dema rejîmê de ne. Gelek kevn in, dema xirab dibin jî parçeyên wan li vir nîn in. Mazot û zeytê me jî ne paqij e û dibe sedema xirabûna alavên me.”

‘Em ji ber ewlehiyê nikarin selikên çopê daynin’

Xelef anî  ziman ku ew nikarin ji ber mijara ewlehiyê selikên çopê daynin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Destpêkê hebûn, hinek aliyên ku dixwestin tevliheviyê çêkin, bombe dixistin nava selikan. Me jî rakirin, eger rojekê rewş xweş bibe em ê dîsa daynin.”

‘Em bang li gel dikin, paqijiya bajar biparêzin’

Berpirsyarê beşa paqijiyê ya Şaredariya Şerqî Hisên Ehmed jî diyar kir ku gel bi wan re nabe alîkar û wiha got: “Me gelek car gel hişyar kir, me bi megafonan anons kir lê gel xwe berpirsyar nabîne. Derdorê xwe qirêj dikin. Çopa xwe li cihekî kom nakin û belave diavêjin nava kolanan. Çi dixwin qirêja wan diavêjin derdorê xwe. Em bang li gel dikin paqijiya bajêr biparêzin. Tu deverên cîhanê paqijiya bajar tenê ne bi hewla şaredariya çêdibe.” Li ser heman mijarê Dijwar jî wiha axivî; “Dema erebeyên me derbas dibin, nûka hinek kes çopa xwe derdixin. Saetên me diyarin û gel vê dizane. Piştî ku çopa wan dimîne pisîk çopê belav dikin.  Divê gelê Qamişlo bajar wekî mala xwe bibîne.”

Berpirsyarên beşên paqijiyê yên her du şaredariyan jî wiha bang li gel kirin: “Hem hêvî dikin ku gelê me bi şaredariyên xwe re alîkar bin. Ji bo bajareke paqij û tendurist divê her kes berpirsyariyê bide ser milên xwe.”