حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Kobanê nêzîkatiyên PDK’ê şermezar kirin

570

Ciwanên Kobanê astengkirina meşa ciwanên Bakurê Sûriyê ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve ku ji aliyê rayedarên PDK’ê ve pêk hat, şermezar kirin. Ciwanan anîn ziman ku nêzîkatiyên PDK’ê yekîtiya Kurdî asteng dike.

Herî kêm 2 hezar ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyayê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Serî Hilde”, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çend roj ber, xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û piştgiriyê bidin şêniyên Qendîlê.

Meşa ciwanan a li ser piyan, li deriyê Sêmalkayê, ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hat astengkirin. PDK’ê rê neda ciwanan ku derbasî Başûrê Kurdistanê bikin û piştgiriyê bidin gelê Başûr.

Ciwanên kantona Kobanê derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku ew wekî ciwanên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê in û dê bê deng nemîn in.

Rûheyv Efrîn siyasetên PDK’ê şermezar kir û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Rêgirtina pêşiya debasbûna meşa ciwanan, hevkirina PDK’ê ya bi dewleta Tirk re diyar dike. Em li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser çar aliyên Kurdistanê bê bertek namînin û em ê parastina xaka Kurdistanê bikin.”

Ciwana bi navê Neclai Bozan jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Armanca meşa me yekîtiya gelê Kurd e. Em ê li hember hemî êrîşên ku nasnameya Kurd hedef digire derkevin”.

Ciwanê bi navê Ferhad Mustefa jî li ser mijarê ev tişt got: “Em weke ciwan ti sînorên nas nakin. Em kiryarên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd qebûl nakin”.