Şêx û rûspiyên herêma Reqayê piştgiriya xwe ji QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew rê nadin ku hewldanên tevliheviyê bi serkevin. Şêx û Rûspiyan daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku dimildest mûdaxeleyê bike û dagirkeran ji axa Sûriyê derxînin.
Bi dehan şêx û rûspiyên herêma Reqayê derbarê buyerên dawî ku li herêmê derketine û hewldanên têkbirîna armaniya herêmê daxuyanî dan.
Daxuyanî li çerxeriya El-Neîm ji aliyê şêxê eşîreya El-Şibil Emar El-Hamî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Bi navê êlên Reqa û gundewarên wê, bajarê Reqa û gundewarên wê û parêzgeha Dêrazor ta sînorên Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê bi bedelên giranbuha, bi xwîna keç û xortên herêmê ji çeteyan hate rizgarkirin, piştî rizgarkirinê şêniyên herêmê vegeriyan warên û ji nû ve jiyana xwe geş kirin. Em naxwazin ti aliyek destdirêjî ewlekariya Reqa û gundewarên wê her wiha tevhî Bakurê Sûriyê bike. Li ser vê yekê em wiha dibêjin:
1-Qedexeye ewlehiya parêzgehê û gundewarên wê û tevahî xaka Bakurê Sûriyê were pê lîstin.
2-Şêx û rûspiyên êlan biryar girtine ku kesê/a ku bi armaniya herêmê bilîze û tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê derbixîne û îdîayên derew belav bibe, ji herêmê were qewitandin.
3-Şêx û rûspiyên herêmê dibînin ku çareseriya siyasî çarerya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê, berbijêra leşkerî wê ji bilî wêrankirinê encamên baş negire.
4-Şêx, rûspî û tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyê tekez dikin ku ew piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dê destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê biparêzin.
5-Şêx û rûspiyên Reqayê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku Tirkiyê û çeteyên wê ji axa Sûriyê derxînin.
Şehîd namirin û ji birîndaran re şîfa lezgîn.”