حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM’ê soza rizgarkirina Efrînê da

588

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di salvegera sêyemîn a komkujiya Kobanê de soz da ku dê Efrînê were rizgarkirin û şêniyên Efrînê wê dê vegerin ser xaka xwe.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya salvegera komkujiya Kobanê daxuyanî da û got ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hemû hêza xwe bidomîn in.

Daxuyaniya TEV-DEM wihaye:

Sibe salvegera sêyemîn a komkujiya Kobanê ya ku di 25’ê hizêrana sala 2015’an de li dijî gelê me yê kantona Kobanê pêk hat.Gelê me yê Kobanê ku bi xweseriya demokratîk a sivîl rêveberiya xwe dikir, rastî sûcê herî xadirane hat. Komên çete yên girêdayî DAIŞ’a terorist ku bi awayekî vekirî ji aliyê rêjîma Tirkiyê ve têne tevgerkirin komkujiyek hovane li dijî sivîlên Kobanê pêk anîn. Di encamê de derdora 600 welatiyên sivîl di navbera şehîd û birîndaran de bûn qurbanî. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kesên bi temen in. Hêzên YPG/YPJ’ê bersiva wan da û karîbûn çeteyan têk bibin. Hejmarek kêm ji çeteyan karîbûn birevin û careke din derbasî Tirkiyê bûn.

Em di Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de vê sûcê ku li dijî mirovahiyê û gelê me yê kantona Kobanê pêk bat şermezar dikin. Di komkujiyê de gelê me yê Kobanê yê bû mînaka herî bi nirx a îradeya gelê azad ku li dijî teroristan derket. Rizgarkirina Kobanê û serkeftina wê ya dîrokî bû pêngaveke dîrokî ji tevgera gelê kurd re, her wiha bû derbeya ku li pişta teroristan ket. Di heman demê de bû nimûneya berxwedanê û nirxên jiyana hevbeş a ku tevî hemû pîlan û lîstokên hatin kirin, biser ket. Dewleta Tirk dibîne ku berjewendiya wê ew e ku terorist bi dawî nebe û çavkaniyên wê yên darayî û aborî tune nebe, ji ber ew û terorist 2 riwên ji heman tiştî re ne. Dewleta Tirk a herî zêde ji bo pêkanîna pîlanên xwe yên dagirkeriyê û êrîşkariyê sûd ji teroristan bi hemû kopiyên wan ên Qaîda ji DAIŞ û Nisra û hemû çeteyên cîhadî wergirt.

Ew teroristên ku derfet ji wan re hate dayîn û hîn jî tê dayîn bi dagirkirina Efrînê ev derfet diyar dibe. Li Efrînê gelê Efrîn, şervanên YPG/YPJ’ê  berxwedanek pê hempa nîşan dan, lê ji ber xemsariya civaka navdewletî  piştgiriya yekser a bi çeteyan re diyar bû. Dewelta Tirk bi dagirkirina Efrîn hişt ku çeteyên DAIŞ’a ku bi derbeyên giran ên şervanên YPG/YPJ û tevahî QSD’ê, her wiha bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî tengav kiribû, careke din nefes bigirin.

Bi vê boneya xemgîn em bejna xwe li ber qurbaniyên komkujiya Kobanê ditewîn in û sersaxî ji malbatên şehîdan, hemû gelê kurd û bi teybat şêniyên Kobanê, her wiha hêzên demokratîk û gelê Sûriyê re dixwaz in. Di heman demê de em careke din soz didin ku em ê ji pêkanîna armancên şehîdên xwe gavan paş de navêjin. Heta pêkanîna aramnca wan û dawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên me, her wiha têkbirina hemû hêzên çeteyan ku dijberiya mirovahiyê û hemû pirojeyên demokratîk dikin, em ê xeta wê bidomîn in. Wan dijberiya pirojeya demokratîk a Rêveberiya Xweser ku zêdeyî 4 sal in li Rojava û bakur-rojilatê Sûriyê hatiye pêkanîn kirin. Vê rêveberiyê nimûneya xelasiya aloziya Sûriyê  li ser sesasê xeta siyasî saz kir.

Em careke din soz didin gelê xwe ku rizgarkirina Efrînê dê pêk were û wê vegera bi rumet a gelê me yê Efrînê ji bajar, navçe û gundên wê re pêk were. Soz didin ku dê gelê me il zeytûn û xaka xwe veger in, ev tenê mijara demê ye. Berxwedana me bi hemû rêbazan didome, berxwedana dîrokî ku di qonaxa xwe ya duyemîn de didome qet ranewestiyaye û wê heta serkeftina layîqê gelê me pêk were dewam bike. Di heman demê de wê serekftina me bibe, têkbirina faşistên Tirk û çeteyên wê yên ewlekarî û aramiya Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê di riya pîlanên xwe yên dagirkeriyê tehdîd dike.