حركة المجتمع الديمقراطي

Fen û fûtên AKP`ê destpê kirin

713

Li bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiye ji saet 08.00’an ve dengdan destpê kir, bi wê re jî nûçeyên hileyên hilbijartinê yên AKP’ê dest pê kirin.

Dengdana ku seet 08.00’ê sibê destpê kir, dê heta 17.00’an bi dawî bibe. Bi giştî dê 56 milyon 342 hezar û 263 hilbijêr, li ser 180 hezar û 896 sindoqan deng bi karbînin.

Agahiyên hileyên destpêkê

Amed

Hat îdakirin ku li dibistana seretayî ya Mesut Yilmaz a li Amedê, 3 kesên ku 1000 zerfên bi mihur û bi pusulayên hilbijartinê ve xwestin bikevin dibistanê hatin girtin.

Li navçeya Pasûr a Amedê cerdevanan rêya gungê Koçkar girt û nehişt peywirdarên hilbijartinan ên HDP’ê bikevin gund. Koçkar gundê serokê rêxistina navçeya Pasûrê ya AKP’ê Amil Yatçi ye. Cerdevanên gung çêr û heqaret li peywirdaran kirin. Peywirdarên HDP’ê hê jî li ser rêya gund dipên.

Stenbol

Li Stembolê dibistana Navîn a İlhamî Ertem a li taxa Kadikoy Kozyatagı, ji seet 07.00’an ve bi hinceta ‘Lêgerîna bombeyê’ 25 deqeyan nehatiye vekirin.

Riha

Li Rihayê Odeya Gund a Bundukê hat zanîn ku li cihê endamên malê hinek kesan xwestine deng bi kar bînin. Ev rewş bû sedem li xanê şer derkeve. Piştî şer leşker li dora cihê deng tê bikaranîn, hatin bicihkirin.

Di vê hilbijartinê de mijareke ku herî zêde tê nîqaşkirin jî ewlehiya sindoqan e. HIlbijartinên Tirkiyeyê ji hêla tevahiya cîhanê ve tên şopandin. Ji 8 saziyên navneteweyî 414 kesan ji bo ku hilbijartinan bişopînin, akredîtasyon çêkir. Di nav van kesan de ji AGIT’ê 234 û ji Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê 35 kes hene.

Her wiha partiyên opozîsyonê jî bergiriyên xwe zêde kirin. HDP’ê ji bo ewlehiya sindoqan 80 hezar endamên lijneya sinndoqan, 100 hezar muşahid û 20 hezar berpirsyarên dibistanan peywirdar kirin. CHP’ê li 81 parêzgehan navenda şopandina hilbijartinan ava kir.

Her wiha ji hêla CHP, IYI Parti, Saadet, HDP û saziyên sivîl ve Platforma Hilbijartinên Adil hate avakirin û ev platform jî hilbijartinan dişopîne. Platformê 600 hezar kes ji bo parastina ewlehiya sindoqan peywirdar kirin.