Arêtşa Tirk a dagirker agir berdan zeviyên genim ên welatiyê gundê Kêl Hesnak ê navçeya Tirbespiyê û 20 domin şewitandin.
Artêşa Tirk a dagirker agir berdan zeviyên genim ên gundiyên gundê Kêl Hesnak ê ku 25 km dikeve bakurrojhilatê bajarê Tirbespiyê û 1 km dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê.
Artêşa dagirker bi riya avêtina bombeyan 20 domin zeviyên genim ên gundiyan şewitandin.
Şêniyên gund berê xwe dane cihê şewatê û agir vemirandin.