حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Qamişlo li dijî dagirkeriyê rabû ser piyan

682

Bi hezaran welatiyên Qamişlo bi diruşma “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” meşiyan û soza piştgiriya berxwedana Başûrê Kurdistan û Efrînê dan.

Gelê Qamişlo bi druşmeya “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Qendîl û Efrînê rabûn ser piyan. Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li çerxereya Şehîd Osman Sebrî kombûn û bi pankartên “Em dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk li ser Minbicê, Em ê bi rihekî nû Efrînê rizgar bikin, Em dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistan şermezar dikin”, bi alên YPG, YPJ, QSD û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta Qada Şehîdên 12’ê Adarê meşiyan.

Gel di meşê de bi tilîliyên dayîkan û diruşmên “Bijî berxwedana Qendîlê, Bijî berxwedana HPG’ê, Bijî berxwedana Efrînê, Qatîl Erdogan, Terorîst Erdogan” bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê qîriyan.

 ‘Bila dewleta Tirk 1992’an ji bîr neke’

Piştî ku gel gihişt Qada Şehîdên 12’ê axaftin hatin kirin. Li navê Kongreya Star û TEV-DEM’ê, Rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl axivî. Şaha bal kişand li ser berxwedana bi salan a gelê Kurd û wiha got; “Ev gelê ku fêrî berxwedan û tekoşînê bûye, dê li hemberî hemû polîtîka û hewildanên dagirkeriyê dîsa li berxwebide. Bila dewleta Tirk êrîşên li ser Qendîlê yên 1992’an ji bîr neke, çawa bi hezaran tang, top û firokeyan serneketin û siwar çûn peya hatin.”

‘Dewleta Tirk nikare bi komkirina çeteyan îradeya gelê Kurd bişkîne’

Şaha hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên weke DAIŞ’ê re bi bîr anî û wiha axivî; “Bila baş bizanin ew her çend çeteyan kom bike nikare îrade û berxwedana gel û şervanên me bişkîne. Bila gelê me jî bi van propogandayên wan ên nerast bandor nebe, dê hetanî dawî Kurd li hemberî wan li berxwe bidin.”

Piştî axaftinê meş bi tîlîliyên dayîkan û diruşma “Bijî berxwedana Qendîl û Efrînê” bi dawî bû.