حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeya Lubnanê serdana buroya PYD’ê kir

603

Îro li Qamişlo şandeya hiqûqnas û siyasetmedarên Lubnanê bi armanca naskirina xebatên partiyê serdana buroya PYD’ê kir.

Şande ji hiqûqnas û rojnamevan û bernamzeta berê ya hilbijartinên parlamantoya Lubnanê Nimet Bedredîn, parêzer û çalakvana siyasî Dona Calûk, hiqûqnas û pirsporê têkiliyên Kurd û Ermen Hano Maskoviyan û seroka Komeleya Newroz a Çandî û berpirsa têkîliyan a Kongra Star Henen Osman û Çalakvana siyasî û berpirsa Komeleya Newroz Xezelî Seido pêk hat.

Şande ji aliyê herserokên PYD’ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û endamên pariyê ve hat pêşwazî kirin.

Niqaş li ser gelek mijaran wekî, rewşa Rojava bi taybet rewşa Efrînê piştî dagirkirina Efrînê, zehmetiyên şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, pîlanên guhertina demografiya  herêmê, rola jin di Şoreşa Bakurê Sûriyê de  hatin kirin.

Her wiha rêgaz û gavên ku PYD’ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi riyên aştiyane hatin nîqaşkirin.

Hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso got ku dagirkirina dewleta Tirk ji Efrînê, bi armanca pêkanîna xewn û xeyalên Osmaniyan û têkbirina projeya Federasyonê û Netewa Damokrat pêk hat. Lê gelê Sûriyê ji bo rizgarkirina Efrînê têdikoşin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku çareseriya  aloziya Sûriyê  bi riya danûstandinan di navbera hemû aliyên Sûrî tenê pêkane û ji bo pêşkeşkirina projeya Federasyonê ew ê xebatên xwe bimeşînin.

Tê zanîn ku şande serdana kampên Kantona Şehba kiribû û rewşa şêniyên Efrînê ji nêz ve şopandin û serdana navedên saziyên xweseriya damokratîk kiribû.