حركة المجتمع الديمقراطي

Bayik: Efrîn wê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nemîne

626

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku şerê li Efrînê ne qediyaye û ev tişt anî ziman: “Efrîn wê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re nemîne.”

Bayik di beşa dawî ya hevpeyvîna bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re pirsên têkildarî Efrîn û Sûriyê bersivand. Li ser pirsa ‘Ji bo Efrinê divê Kurd çi bikin?’, Bayik got ji bo rizgarkirinê Efrînê civînan li dar dixin û biryarên girîng digrin û wiha domand: “Li Efrînê şer bi dawî nebûye. Em bi hêvî ne gelê Efrîn, gelê Rojava li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bide. Ji ber ku ev der bêyî berxwedanê ne hate teslîm kirin, nêzî hezar şervanên azadiyê şehîd bûne. Nêzî 300 jin, zarok, pîr ên sivîl şehîd bûn. Gelekî ku ev qas şehîd bide teslîmkirina Efrînê û qebûlkirina vê dagirkeriyê ne mumkun e. Gelê Efrînê wê Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hevkar re nehêle.

Niha dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguhere. Çete û malbatên wan bicih dike. Yanî kesên ne ji Efrînê tînin û li Efrînê bicih dikin. Ev qirkirin e. Ji xwe Erdogan di dema berxwedaniya Efrînê de digot wê Sûriyeyiyan li Efrînê bi cih bike. Dema ku digot ez ê Sûriyeyiyan bicih bikin qala Efrîniyan ne dikir, malbatên çeteyên hevkarê wî yên li Riha û Dîlokê bir li wir bicih kir. Bi vî awayî wê demografiya herêmê biguhere. Li Efrînê wê îradeya Kurdan bişkîne. Ji xwe bê navber ciwanan direvîne, êrîşî gel dike û zilmê li wan dike.

Dijminahiya li dijî gelê Kurd bi vekirî nîşan didin. Zilma li gel tê kirin, revandin, domandina talanê dide nîşandan ku armanca wan şikandina îradeya Kurd, ew xaka Kurdan dixwazin ji cografya Kurdan derxînin bi vekirî dide nîşandan. Divê gelê Kurd bi taybet ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşe. Divê gelê Kurd rizgarkirina Efrînê bike hedef. Divê bibînin ku ger Efrîn rizgar nebe wê Kurd bi rehet tevnegerin. Bi taybet divê gelê me yê Rojava ji bo rizgarkirina Efrînê ne rihet bin. Divê heta ku Efrîn neyê rizgarkirin xwarina dixwin jî bi zorê di qrika wan de biçe xwarê. Divê dema rê ve diçin, xew dikin, kar dikin her dem Efrînê bifikirin. Divê Efrîn neyê jibîrkirin. Divê dagirkeriya Efrînê  qebûl nekin û rewa nebînin. Ji bo vê jî divê piştgiriyê bidin ciwanên ku li Efrînê li ber xwe didin.

‘Divê hemû kes rola xwe pêk bîne’

Divê gelê Kurd dev ji Efrînê bernede. Li her cihî nebe koçber. Yanî divê li her cihê ku bicih bike ne ji bo mayîna temamî bicih bibe. Niha ji Efrînê qut bûne lê li cihê lê ne divê xwe weke parçeyek a wî cihî bîbînin. Divê vegera ji bo Efrînê bifikirin. Divê beşdarî xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bibin. Hemû Efrînî ji bo rizgarkirina Efrînê di nava xebatan de bin. Kî weke gerîla kî jî weke berxwedêrekî sivîl û kî jî di nava xebatên rizgarkrina Efrînê de cih bigre.  Hemû kes divê ji bo rizgarkirina Efrînê rol bigre û bir ola xw rabe. Dema ku zarokên xwe mezin dikin divê bi rizgarkirina Efrînê re mezin bikin. Divê bêjin welatê me warê me Efrîne, divê em Efrînê rizgar bikin, dev jê ner berdin, divê em hemû tiştên wê bidin wir.

‘Divê xebatên diplomatîk jî pêk were’

Bê guman xebatên dîplomatîk jî girîng in. Di derbarê Yekîtiya Ewropayê de divê em xebat bimeşînin. Di şopandina  Yekîtîya Gelanan de divê gele Efrînê bizvirin axa xwe. Di derbarê vê de divê hem bi Yekîtiya Ewrupayê re hem jî Yekîtiya Gelan re xebat bikin. Divê dagirkeriya dewleta Tirk were teşîrkirin û ji gelê Ereb yên ku li wir tên bi cih kirin bang bê kirin. Kî li wê derê cîh bibe ew dijmin e. Derveyê Efrîniya çênabe kesên din biçin li wir bi cih bibin. Ger ku cih bibin suc dikin. Ev jî dibin hevparê dewleta Tirk a qirker. Ji bo ew li wir werin derxistin wê her rê werin ceribandin. Çima tên axa gelekî din bi cih dibin.  Tu mafê kesî nîne. Ger ku tê û bi cih dibin ew jî hevkarin. Ew kesên ku hevkariyê dikin wê demê wê encamê vê jî bidin bercavên xwe.

Divê gele Efrînê di nav berxwedana Efrînê de bin. Ne tenê Efrîn, Cerabluse, Babe, Îdlîb e ji bo rizgarkirina van deran divê bi hemû gelê Ereb re bi hêzên demokratîk yên Ereb re bi gele wir re di nav têkilî û tifaqan de li hemberê van  dagirkeran têbikoşin. Ne tenê Efrîn derdora Efrîn bi Îdlibê re girêda ye. Dewleta Tirk û çetêyên wî yên dagirker van deran bi giştî digrin dest. Wê demê Efrînî jî wê berxwedanê hemû hêzên demokrasiyê  û hemû gelen vê derdorê re li hemberê dagirkeriya Tirkan wê berxwedanekî pir alî bimeşînin.

Bayik, di derbarê pirsa têkiliyên di navbera Rojava û Suriyê de jî diyarkir ku ji bo wê derê çareseriya herî rast Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Rojhilatê Bakûrê Sûriyê ye, ji bo vê jî divê hêzên demokratîk şoreşger yên Bakûrê Sûriyê û rejîma heyî ya Sûriyê divê hev bikin. Bayik wiha berdewamî da axaftina xwe: “ Em aliyên hevdîtin û têkiliyên ku pirsgiriêkên Sûriye û Rojava li ser esasê demokratîk buna Sûriyeyê çareser dikin e. Ger ku Suriye tiştek wisa bike wê piştgiriya hemû Kurdan bigre. Ne tenê Kurdê Rojava wê piştgirya Kurdê Rojava, Bakur û Rojhilat jî bigre. Pirsgirêka Kurd a li Sûriyê  ne wekî ya Tirkiyê ye û divê di derbarê vê de Sûriye nekeve nav gumana. Pirsgirêka Kurdên Sûriyê dê hêsan were çareserkirin. Bes divê hişmendiya çareseriyê hebe. Hişmendiyên derveyê vê wê bi xwe re şer bîne. Wê di Sûri de  bêîstîkrarsiziyekî bîne. Fayda vê tiştê jî tu kesî re nîne.”