حركة المجتمع الديمقراطي

‘Li dijî êrîşan pêwîste Kongreya Netewî were li darxistin’

642

Ebîr Hessaf diyar kir parlementoya Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyê axa Başûrê Kurdistan pêwiste bi lêz helwestê xwe diyar bike û arteşa Iraqê sînorê Başûrê Kurdistanê piparêze.

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  û sekreterê giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hessaf tekîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistanê ji ajansa me (ANHA) re axivî û diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê û kiryarên we pêwîstê bi lêz Kongreya Netewî were lidarxistin.

Tirkiyê di nava kirîzê de ye

Ebîr Hessaf despêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyê û wiha dest bi axaftinê kir:  “Tirkiyê îro di nav rewşakê aloz re derbas dibe.  Dewleta Tirk dûyemîn artêşa hêza NATO’yê ye pênasê dikir û bi we sifatî tevlî civîna dibû. Lê niha rewşa Tirkiyê di hûndirê krîzekê siyasî, civakî û aborî re derbas dibe.  Her wiha li dijî wan jî kesên ku daxwaza demokrasiyê û mafên xwe  bidest bixin hêz hene.”

AKP di hilbijartinan de zemîna yekperestî dubarê bike

Ebîr Hessaf li ser hilbijartinên dewleta Tirk diyar kir ku di nav rewşakê awarte de lidarxistina hilbijartinan ne demokratîke û wiha pê da çûm: “Hilbijartinên 24’ê Hêzîranê di nav rewşakê awarte de têne lidarxisxtin. Bi nêz kirina hilbijartinan hukumeta AKP’ê dixwazê zêmîna yekperestiyê dîsa dûbarê bike.”

‘Tirkiyê sûcê dike’

Ebîr Hessaf diyar kir ku ev êrîşên dervî sînorên Tirkiyê li dijî mafê mirovan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî dagirkirina Efrînê êrîşên xwe yên hovanê li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk rînin. Ev dagikeriya hovane ji aliyê navdewletî ve jî ne hate şermezar kirin, pêwîste were şermezar kirin û destûr ji dagirkeriye re neye dayîn.  Ev dagirkerî li gorî zagonên mafe mirovan û Meclîsa Netewên Yekbûyî  sûc e. Îro dewleta Tirkiyê eşkere êrîşî dewletên din dike. Lê mixabin li dijî wan êrîşan bêdengiyêk heye. Erdogan bi van êrîşan dixwaze aloziya xwe ya hindir derxîne derve û bi êrîşên xwe re zêmînên serkeftina hilbijartina bidest bixe.”

‘Lihevkirina li ser Efrînê xixwazin li Başûr dûbarê bikin’

Ebîr Hessaf got ku bedengiya dewletên navnetewî di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser axa Başûrê Kurdistan pêk tê diyar dike ku  lihevkirina kîryarên qirêj li axa Efrînê de îro di Başûrê Kurdistanê de jî dixwazin were dûbarêkirin û wiha berdewam kir: “Lihevkirina dewletên navdewletî û Tirkiyê di êrîşên Efrînê de diyar bû. Li dijî dagirkeriyê bedengiya dewletan êrîkirina êrîşan bû. Îro jî demografiyêke kûr û xerap li kantona Efrînê bi destê dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin. Ev bedengiya heta roja îro jî riya êrîşên din vedike. Ev lihevkirina wan li ser axa bajarê Efrînê di Başûrê Kurdistan de dixwazin berdewam bikin.  Sedema bedengiya dewletên navnetewî jî ev ê.  Erdogan û hukumeta xwe tu carî qabûl nakin ku Kurd bibin yek. Li kur Kurdek hebe dibejê ku ezê wan qetil bikim û hebûna Kurda qabûl nake.”

‘Em ê bi rihe Kongreya Netewî li dijî êrîşan derkevin’

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  û sekreterê giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hessaf  bal kişand ser girîngiya encamê referandûma Başûrê Kurdistan û wiha dirjî da axaftina xwe: “Encamê referamdûma Başûrê Kurdistan û Iraqê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nabe dostên Kurdan.

Pêwîste li dijî êrîşên hovanê Kongreya Netewî bi lêz were lidarxistin.  Ev kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk li ser her çar parçê Kurdistanê bi Kongreya Nertewî û rihe yekbûyî li dijî wan were sekinandin.”

‘Pêwîste Arteşa Iraqê Başûrê Kurdistanê piparezê’

Ebîr Hessaf  da zanîn ku parlementoya Iraqê li dijî derbasbûna dewleta Tirk axa Başûrê Kurdistanê heya niha tu helwest diyar nakiriye û pêwîste li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestên xwe diyar bike û wiha dom kir: “ Dewleta Tirk sînorê dewleta xwe derbas dike û êrîşî dewletekê din dike.  Pêwîste bi tûndî ev derbasbûyîna axa Başûrê Kurdistanê were şermezarkirin û li pêşiya dagirkeriyê bi lêz were sekinandin. Arteşa Iraqê pêwîste sînorê Başûrê Kurdistanê piparezê. Çawa êrîşên dagirkerî li ser bajarê Efrînê rejîma Baas bedeng bû û sînorê xwe neparast îro di heman demêd e li êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistan de bêdengî heye, bê dengiya derbarê Efrînê careke din jî dubare dibe.”

‘Ne dûre Tirkiyê parçe bibe’

Ebîr Hessaf  anî ziman ku pêşarojeke xeter li pêşiya dewleta Tirk a dagirker heye û wiha berdewam kir: “Heger dewleta Tirk wan êrîşên xwe berdewam bike û hebûna Kurdan qabûl neke, wê dewleta Tirk bi xerabûneke mezintir û hilweşandinan re rûbirû re be.. Nakokiyên di nav siyasetmenderên Tirkiyê û pêkhateyan de dê bibe sedema kûrkirina krîzê.  Dibe ku di nav gelê Tirkiyê de şerêkî navxweyî û perçebûnek pêk were ev ne dûr e.”

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  û sekreterê giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  û sekreterê giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hessaf di adwiya axaftina xwe de jî got ku pêwîste  li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê kurd têne kirin, hemû kes helwestên xwe raber bike.