حركة المجتمع الديمقراطي

Li Babinisê navenda tenduristiyê hat vekirin

552

Meclisa Tenduristiyê ya Şehbayê li gundê Babinis ê Şehbayê navendeke tenduristiyê vekir.

Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê neçarî koçberiyê bûn û niha li gundê Babinis ê Şehbayê dimînin, ji aliyê tenduristiyê de pêdiviya wan bi bijîşk û dermanan heye. Meclisa Tenduristiyê ya herêma Şehbayê jî li ser vê pêdiviya şêniyên Efrînê navendeka xwe li gundê Babinis vekir.

Li navenda tenduristiyê ya gundê Babinis niha dermanfiroşek û du hemşîre dimînin. Ew rojane ji saet 08.00’an heyanî 17.00’an navendê vedikin û xizmeta gel dikin. Rojane nêzî 60 nexweş ji zarok, jin, mêr û kal û pîrên gundê Babinisê diçin navenda tenduristiyê. Şêniyên herêmê zêdetirî xwe zikêşî dibin û di madeya wan de îltîhab çêdibe.

Ji bo nexweşiyên wekî şekir, dil û rebû jî li gel navenda tenduristiyê derman nayê peydakirin.

Dr. Emel Ehmed anî ziman ku ew hewl didin bi rêya navenda tenduristiyê çare ji hemû nexweşiyan re peyda bikin lê belê ji bo hinek nexweşiyan derman li gel wan nayê peydakirin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji wan re bibin alîkar û dermanên li gel wan peyda nabin, ji wan re dabîn bikin.