حركة المجتمع الديمقراطي

‘Herêmên me bi ewle ne em ê li hemberî dagirkeran derkevin‘

537

Rûspiyên Bakurê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê  diyar kirin ku Bakurê Sûriyê bi ewele ye tersî ku Tirkiyê îdîa dike û destnîşan kir ku ew ê li hemberî hewldanên dagirkirinê bisekinin.

Rûspiyên Bakurê Sûriyê helwestên xwe nîşanî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê dan û li hemberî gefên li ser herêmê banga hevgirtinê kirin.

Ji rûspiyên Êla Ebû Esaf Elî El-Hemîdî anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dikin û wiha dom kir, “Herêmên me ji herêmên din ên Sûriyê aramtir e, ji ber hebûna Hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk.”

El-Hemîdî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman, “Abdullah Ocalan ji gel re dibêje, li ser riya min nemeşin, li ser riya şehîdan bimeşin. Em ê xeta şehîdan xwe bişopînîn û rê nadin dijiman ku herêmên me yên bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, dagir bikin.”

Fewaz El-Ermiya dibêje ku ew li herêmên Bakurê Sûriyeyê di buhiştê de jiyan dikin û wiha pê de çû, “Tu cudahî di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de tuneye. Bi hêza ciwanên xwe em ê her gavek ji xaka Sûriyê ji bakur heta başûr û ji rojhilat heya rojava ji terorîstan rizgar bikin. Bila dilê Erdogan rihet nebe, ji ber ku welatê me cihê xwe di dilê me de buha ye, bila dilê wî rihet nebe madem ciwanên şorşger û şervanan li Sûriyê hene wê nikaribe tevliheviyê di navbera gelê herêmê de derbixîne.”

Ismaîl Îdan jî, ji aliyê xwe got, “Rewşa herêmên me baş e, bila Erdogan dev ji tevliheviyên xwe berde. Her tişt li vir peyda dibe, parastin jî heye. Hemû pêkhateyên herêmê welatê xwe diparêzin.”