حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Babê Bangewaziya QSD`ê Dike

622

Gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayê dewleta tirk bêzar bûne, bang li QSD’ê kirin û anîn ziman ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin lê yê zirar dibîne niştecih bixwe ne. Welatiyan destnîşan kir ku rayedarên dewleta tirk ligel van tiştan dizane jî dengê xwe nakin ji bo niştecih banga mudaxelekirinê bikin.

Li gor nuçeya ku malpera navenda lekolinên stratejîk a kurdistanê ku derbaskiriye, gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayên dewleta tirk ên wekî revandin, dizî, talanî û îşkencekarî û her wiha ji ber bêdengiya dewleta Tirk a dagirker li hember van kiryaran, bêzar bûne. Li ser vê yekê gelê Babê ji bo wan ji van kiryaran rizgar bikin bang li hêzên QSD’ê dikin.

Komên çete li ser xenîmeta talaniyê li hev dikevin!

Hat diyarkirin ku roj namîne komên çete yên di bin banê dewleta tirk de li Babê bicih bûne, li ser talanî, dizî û her wiha hakimiyeta qadê pêvçûn dernekeve. Hat destnîşankirin ku jibilî van talanî, dizî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ji malbatan, niştecihên bajêr bêzar bûne û diyar kirin ku ligel rayedarên dewleta tirk vê yekê dizanin jî dengê xwe nakin. Hat ragihandin ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin û sedema wê jî li ser xenîmeta talaniyê ye.

‘Di encama 9 pêvçûnên çeteyan de 15 sivîl bûn qurbanî’

Ji niştecihên Babê yê bi nave Ehmed Osman, derbarê mijarê de axivî û derbarê kiryarên çeteyan de agahiyên balkêş da. Osman, diyar kir ku di nava du mehên dawî de 9 caran pêvçûn di navbêra komên çeteyan de qewimine û wiha got: “Destpêkê kiryarên dizî, talanî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ya ji malbatan pêk tînin û piştre jî li ser van xenîmetên talaniyê li hev dikevin. Ev li hevketin dibe pêvçûn û sivîlan dikin qurbanî. Em dikarin bêjin ku tenê di nava du mehên dawî de 9 bûyer qewimîne û di encamê de jî 15 sivîl hatine qetilkirin. Ji van kesan 3 ji wan jinin û 4 jê jî zarok in. Em dikarin wek mînak jî çend roj berê di navbêra Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de pêvçûn derketibû û di vê pêvçûnî de jî 4 kesên sivîl ên ji malbatê hatin kûştin. Sedema pêvçûnê jî li gorî em dizanin li ser revandin û kiryarê bêexleqî bû.”

‘Encax QSD me ji van hovan rizgar bike’

Nişteciheke din ê bi nave Mihemed Esfûr jî, ev agahiyên ku Ehmed Osman piştrast kir û anî ziman ku gelê Babê ji kiryarên van çeteyan bêzar bûne.

Esfûr, diyar kir ku rayedarên dewleta tirk ên di Babê de agahiya wan bi van kiryaran heye û heta hin caran ew teşwîq jî dikin. Esfûr, da zanîn ku ligel vê yekê dengê xwe nakin û armanc jî ew e ku gelê Babê mihtacê wan bibin û bang li wan bikin ku rêveberiya bajêr bi temamî bidest bixin. Esfûr, anî ziman ku, lê gelê Babê êdî baş dizane ku ev lîstikeke dewleta tirk bixwe ye.

Esfûr, li ser vê yekê bang li şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Em baş dizanin ku şervanên QSD’ê zarokên vê welatî ne, dizî, talanî, îşkence û kiryarên bêexleqî li cem wan tuneye. Ji bo vê jî hemû niştecihên Babê heremên ku QSD’ê rizgar kiriye çewa radestê niştecihên wê bajarî kiriye, em jî dixwazin ku bajarê qedîm Babê ji van çeteyên hovane rizgar bike û radestê gelê Babê bike.”