حركة المجتمع الديمقراطي

Bi hezaran şêniyên Dêrikê ji bo alîkariya berxwedana Efrînê serî hilda

586

Bi hezaran welatiyên devera Dêrikê û navçeyên wê îro xwepêşandanek li dar xist û alîkariya xwe bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re dubare kir. Her wiha piştgiriya xwe bi gelê bakurê Kurdistanê re ji bo hilbijartinên pêşwext ragihand ku di 24’ê mehê de bêne lidarxistin.

Bi armanca piştgirî û alîkariya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re û şermezarkirina hewldanên guhertina demografîk ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê didin meşandin û piştgiriya bi Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di hilbijartinên serokkomarî û parlemana Tirkiyeyê de, nemaze hewldanên êrîşa artêşa Tirkiyeyê li dijî herêma Qendîlê ya başûrê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên devera Dêrikê û navçeyên wê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji Qada Azadî ya bajarê Dêrikê dest pê kir.

Xwepêşandan di nava kolanên bajêr re geriya û xwepêşandêran dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re qîriyan û wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Kurdî bilind kirin. Xwepêşandan li Qada Şehîdan a Dêrikê rawestiya.

Li vir xwepêşandêran mîtîngek li dar xist. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Meclisa Devera Dêrikê Zelfa Mihemed axivî û behsa hewldanên Tirkiyeyê yên guhertina demografîk li Efrînê kir û got ku berxwedana serdemê ya Efrînê karibû ji giştî cîhanê re îspat bike ku gelê kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê tu carî ji rêya azadiyê xwe nadin alî û dê parastina destkeftiyên xwe bikin da ku jiyaneke azad pêk bînin.

Zelfa Mihemed di axaftina xwe de behsa hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlemana Tirkiyeyê kir û got ku sedema pêşxistina hilbijartinan ew e ku hikumeta AKP’ê di planên xwe de û bi taybet li Sûriyeyê têk çûye û wiha got: “Erdogan artêşa xwe we serkeftî li Efrînê nîşan dide  û pêşwextxistina hilbijartinan bi vê serkeftina xwe ya qaşo re li Efrînê girê dide da ku welatiyan bixapîne û dengên wan di hilbijartinan de wergire.”

Zelfa Mihemed her wiha destnîşan kir ku Erdogan û dewleta tirk di rewşeke lawaz de ne, nemaze ji ber siyasetên Erdogan ên li hemberî Sûriyeyê û destdirêjiya wî di karûbarên dewletên cîran de.

Girêdayî hilbijartinên ku dê di 24’ê Hezîranê de bêne lidarxistin Zelfa Mihemed bang li gelê kurd û hemû pêkhateyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengên xwe bidin HDP’ê û Selaheddîn Demîrtaş û piştrast kir ku HDP xwedî projeyeke parastina giştî Tirkiyeyê ye ku ji ber siyasetên Erdogan derbasî çiravekê bûye.

Girêdayî gefxwarinên Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî herêma Qendîlê ya başûrê Kurdistanê Zelfa Mihemed wiha got: “Dewleta tirk ev bêtirî 40 sal e hewl dide êrîşî Qendîl bike lê nikare vê yekê pêk bîne. Ev gefxwarinên êrîşa li dijî Qendîlê tenê di çarçoveya propagandaya hilbijartinan ji bo AKP’ê ye.”