حركة المجتمع الديمقراطي

Rûspiyên êlên ereban: Erdogan teror bi xwe ye

574

Rûspiyên êlên ereban li Reqayê, dagirkirina Efrînê û gefxwarinên dewleta tirk ji bo dagirkirina Minbicê red kirin û gotin Erdogan rûyê terorê ye, dê li Sûriyeyê têk biçe û gelên Bakurê Sûriyeyê piştgiriya hêzên QSD’ê dikin.

Li Qamişlo şandeyek ji êlên ereban serdana konê sersaxiyê yê şehîdên YPG’ê kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

ANHA’yê nêrînên rûspiyên êlên ereban der barê dagirkirina dewleta tirk a Efrînê û gefxwarinên wê ji bo destwerdana Minbicê girtin.

Serkeftinên hêzên QSD’ê nexşeya siyasî guherand

Şêxê êla El-Neîm û endamê Buroya Têkiliyan a QSD’ê ya herêma Firatê Şêx Hemed Şêx Şihadê destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Reqa û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê, QSD’ê pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina gundewarên bakurê Dêrazorê û kantona Cizîrê ragihand.

Şêx Hemed diyar kir ku destkeftiyên hêzên QSD’ê nexşeya siyasî û planên dewleta tirk li herêmê şikandin û bûn sedema nêzbûna Rûsya, Îran û Tirkiye yên ku di xwînrijandina gelên Sûriyeyê û domandina aloziyê de roleke sereke lîstin.

Dagirkirina Efrînê, ji bo dirêjkirina temenê terorê bû

Li ser mijara dagirkirina Efrînê, Şêx Hemed wiha got: “Erdogan kirîvê terorê ye. Ji ber destkeftiyên hêzên QSD’ê û şikandina DAIŞ’ê, dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir.”

Şêx Hemed diyar kir ku gelên Sûriyeyê nahêlin dewleta tirk planên xwe li herêmê pêk bîne û wiha domand: “Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir. Nêz maye ku teror bi dawî bibe. Em ê dagirkera tirk ji herêmên dagirkirî derxin”.

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Şihadê wiha got: “Em wek êlên ereban bi yekrêzî û yekgirtinekê piştgiriya hêzên QSD’ê, YPG’ê, YPJ’ê û hemî kesên ku gel û welatê me ji çeteyan rizgar kir, dikin. Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin”.

Heta bidawîbûna terorê em ê piştgiriya QSD’ê bikin

Ji aliyê xwe ve şêxê êla El-Hos ya girêdayî êla El-Efdalê ya ereban Şêx Deham El-Şiblî got heta bidawîbûna teror û dagirkeran, dê piştgriya hêzên QSD’ê bikin. El-Şiblî wiha got: “Em hemû projeyên demokratîk ên bûn sedema yekgirtin û xelasiya gel ji zilm û zordariyê destek dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Deham El-Şiblî hêviya serkeftinê ji hêzên QSD’ê re xwest.

Tirkiye wekî çeteyên xwe dê li herêmê têk biçe

Şêxê êla Mûsa El-Zahir Şêx Ayid El-Hadî jî wiha got: “Tu mafê dewleta tirk di dagirkirin û guhertina demografyaya Efrînê de tune ye û em ji Erdogan re diyar dikin ku dê li Sûriyeyê têk biçe. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe her çi qas dem dirêj be jî, çete û dagirkeran qebûl nakin”.

Minbica ku ji terorê rizgar bûye, tu terorên din qebûl nake

Li ser gefxwarinên dewleta tirk bi dagirkirina Minbicê, Şêx El-Hadî diyar kir ku wê Minbic ji Tirkiyeyê re bibe xewn û xeyal. Ji ber ku Minbica ku bi saya xwîna şehîdan nû ji terorê rizgar bûye tu carî nahêle teroreke din ku Tirkiye nûneriya wê dike, bikeve herêmê.