حركة المجتمع الديمقراطي

Derfetên kar ji welatiyên Efrînê re peyda dike

626

Komîteya Razemanî û Aboriyê ya Kantona Şehbayê bi armanca peydakirina kar ji welatiyên Efrînê re 123 projeyên bi deyn pêşkêş kirin û li aliyekî din jî hezar daxwaznameyên vekirina projeyên bi deyn lêkolîn dike.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20‘ê Çileya îsal, bi armanca qirkirinê, êrîşên giran birin ser kantona Efrînê, di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn û bi hezaran jî dev ji warê xwe berda û li kantona Şehbayê bi cih bûn.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê di gelek aliyan de zehmetiyan dikişînin, zehmetiyeke herî mezin jî bêkarî ye.

Bi armanca destekdayînê û rêgirtina li ber bêkariyê, Komîteya Aborî û Razemaniyê ya Kantona Şehbayê, di dawiya maha Gulanê de projeyên razemeniyê yên biçûk li Şehbayê vekirin.

Destpêkê welatî daxwaznameyên vekirina projeyan bi deyn pêşkêşî komîteyê dikin. Piştî nirxandin û erêkirina projeyê, komîte li gorî van rêgezan deynan dide.

Welatî piştî vekirina projeyên xwe di dawiya mehê de rêjeya ji sedî 50 ji qezencên projeyê li komîteyê vedigerîne. Komîte rêjeya ji sedî 10 ji qezencê dixe sindoqa komîteyê û rêjeya mayî wek deyndan dide projeyên dîtir.Heta niha komîteyê 123 proje erê kirine û hezar daxwazname di nîqaşê de ne.

Welatiyê Efrînê Menan Xalo ji bo van projeyan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ji bo peydakirina debara rojane min dixwest dikana sebzeyan vekim, lê ji ber rewşa madî min nekarî. Piştî alîkariya Komîteya Aboriyê ku pêşkêşî min kir, niha min dikana xwe vekir û ez sûdê jê digirim.”

Girêdayî mijarê berdevka komîteyê Nahîde Cima ji ajansa me re axivî û aramcên komîteyê di pêşkêşkirina projeyan de xuya kir û wiha got: “Ji bo peydakirina derfetên kar, rêgirtina li ber bêkariyê û destekdayînê, me projeyên aborî ji şêniyên Efrînê re pişnyar kirin, pişre me daxwaznameyên projeyan girtin, piştî nirxandin û erêkirinê me alîkarî wek deyndan da şêniyan”.