حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeyek ji Lubnanê serdana Kongreya Star kir

633

Şandeyek hiqûqnas û siyasetmedarê Lubnanê serdana Navenda Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star a li bajarê Qamişlo kir.

Şandeyek hiqûqnas û siyasetmedarên Lubnanê di çarçoveya pêngava “Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” de ya ji aliyê Kongreya Star ve bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê hatiye ragihandin, serdana avahiya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star a li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji hiqûqnas û rojnamevan û bernamzeta berê ya hilbijartinên parlamantoya Lubnanê Nimet Bedredîn, parêzer û çalakvana siyasî Dona Calûk, hiqûqnas û pirsporê têkiliyên Kurd û Ermen Hano Maskoviyan, Seroka Weqfeya Çanda Civakî ya Newroz Henan Osman û çalakvana siyasî û berpirsa Weqfeya Jin Xezala Remo pêk dihat û ji aliyê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, rêvebera têkiliyên doplomasî ya Kongreya Star Mekiya Hiso û Rêvebera Şaredariyan a Kantona Şehbayê Nûrşan Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku armanca wan a serdana Rojava, şopandina rewşa şêniyên Efrînê û piştgiriya wan, her wiha ragihandina êşa wan ji bo raya giştî ya Lubnanê ye.

Şande piştre çûn navçeya Amûdê. Tê payîn dê piştre biçin Şehbayê.