حركة المجتمع الديمقراطي

Nesredîn Îbrahîm: Divê Iraq li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê helwest xwe zelal bike

562

Siyasetmedarên  Kurd Nesredîn Îbrahîm destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Şengalê ne tiştekî nû ye û got, “Dîroka Erdogan bi komkujiyên li hemberî gelê Kurd tijî û dagirtî ye.  Îbrahîm anî ziman ku divê dewletên cîhanî û bi taybet Iraq li hember zêdegaviyên Tirkiyê bibin xwedî helwest.

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm di hevdîtineke taybet li gel Ajansa Nûçeyan a Hawarê girêdayî mijara gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê got ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina xaka Iraqê ye û hemû qanûnên navdewletî derbas dike.

‘Gefên Erdogan ên li ser Başûr ne tiştekî nû ye‘

Nesredîn Îbrahîm got, “Dewleta Tirk hewl dide welatên derdora xwe dagir bike û serweriya xwe li ser wan feriz bike. Dewleta Tirk dijminê yekemîn ê gelê Kurd e, ne ji ber ku tenê êrîşê herêmên Başûrê Kurdistanê dike na, lê ji ber ku dîroka wê bi dijminahiya gelê Kurd tijî ye ku li hemberî wan gelek komkujî kirine. Ev ne cara yekem e ku êrîşên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tînin û gefên li Şengalê dixwin. Bi şer doza Kurdî çareser nabe, lê siyasî çareser dibe.”

Îbrahîm destnîşan kir ku Erdogan bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyê û bi bihaneya şerê terorê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kiriye  û ev tişt anî ziman, “Her kes dizane ku terorê yekemîn Erdogan û artêşa wî ye, armanca Erdogan ji êrîşan ew e ku di hilbijartinê ku dê çarenûsa gelê Tirkiyê diyar bike, dengan bigire.”

‘Tirkiyê dixwaze aloziyê di herêmê de çêbike da ku sûdê jê bigire‘

Nesredîn Îbrahîm, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiyê dixwaze  di navbera Kurdan de û di navbera Başûrê Kurdistanê û deweleta Iraqê de tevliheviyan derxîne da ku di encam de ji rewşa aloz sûdê werbigire û berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bîne.

Nesredîn, li hemberî pîlanên dewleta Tirk banga yekîtiya gelê Kurd kir û wiha domand, “Ji bo pilanên Tirkiyê têk biçin, divê partiyên siyasî yên Kurdî dimildest Kongreya Netewî ya Kurdistanî li dar bixin û yekîtiya xwe çêbikin, her çiqasî nakokiyên me pir bin dewleta Tirk sûdê jê digire. ”

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm di nava axaftinên xwe de diyar kir ku Erdogan ji îhîtmala windakirina desthildariyê bi tirse, ji ber ku gelê Tirkiyê rastiya polîtîkeyên wê yên şaş nas kirine, hilbijartinên pêşwext ku ragihandiye binkeftina aboriya Tirkiyê nîşan dide.

‘Divê Iraq bibe xwedî helwest‘

Îbrahîm diyar Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûr şermezar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Gelê Kurd û partiyên siyasî helwesta xwe ya nerazîbûna ji êrîşên Tirkiyê zelal kirin, partiya me jî li dijî van êrîşan, ne ji mafê Tirkiyê herêmên derveyî sînorê xwe dagir bike, ev êrîşanan diktatorî û faşîzmaya Erdogan diyar dike. Li ser vê yekê divê dewletên cîhanê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bisekine, hikumeta  Iraq û Başûr jî dive erka xwe ya rawestandina êrîşan pêk bînin.”

‘Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yekîtiya Kurdan gereke‘

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm banga yekîtiyê li partiyên Kurdî kir û got, “Pêwîste partiyên Kurdî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe çêbikin, gelê Kurd ên Bakurê Kurdistanê gereke ji bo hilbijartinan îradeya xwe isbat bikin, ji ber ku fersendeke dîrokî ye.”