حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya Star akademiyeke nû vekir

620

Rêxistina Kongreya Star akademiyek ji bo perwerdeya jinên ciwan, xebatkar û hemû jinên ku cihê xwe di saziyan de digire, vekir. Di akademiyê de wê hemû jin tev li perwerdeyê bibin.

Kongreya Star li Kobanê akademiyek li ser navê şehîd Şîlan Kobanê vekir. Di akademiyê de wê perwerdeyên Êdilojî  bên dayîn û hemû jinên ku cihê xwe di saziyan de digirin wê beşdarî perwerdeyê bibin.

Di akademiyê de wê her dewreyek 45 rojan dewam bike, dewreya yekemîn dê 25’ê meha Hezîranê dest  pê bike û herî kêm wê 30 kes tev li perwerdeyê bibin.

Navend li rex daristana Kobanê ya ku  li rojavayê bajêr dikeve, bi destê dayika şehîd Şîlan Kobanê hat vekirin.

Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Kongreya Star Karla Cinlonî ku bi eslê xwe îtalyan e, axivî û wiha got: “Di vê astê de me dît ku her kes piştgiriya gelê kurd dike û niha zexteke pir cuda li ser jinan heye û em li hemberî vî bi hevkariya xwe xebat jî dikin, ji bo ku em bikarin li ser her tiştî bisekinin, wek saziyên jinan.”

Her wiha gelek axaftin ji aliyê Foza Yûsif, Sara Xelîl, Emîna Berkel ve hatin kirin û di axaftinan de hat  gotin ku dvê her jinek cihê xwe di saziyan de bigire, tev li perwerdeyan bibe û xwe bi pêş bixe.