حركة المجتمع الديمقراطي

Şaredariya Qamişloyê rêyên bajar sererast dike

563

Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo dê di hefteya pêşiya me de 8 hezar û 400 metre rêyên têketin û derketina Qamişloyê çêke. Ji sedan 90’ê rêyên nava bajar xirabe ne. Şêniyên bajar li benda çêkirina rêyên nava bajar in.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajarê Qamişlo pirsgirêka rêyan e. Li gorî daneyên şaredariyê ji sedan 90’ê rêyên bajêr xira bûne. Ji rêyên têketin û derketina bajar bigire heta rêyên nava bajar xirabe ne. Ev yek jî zirareke mezin dide gel û erebeyên wan.

Ajansa  (ANHA) gelek caran di mijara rêyan de nûçe weşandin. Herî dawî jî nûçeya me ya ji bo çareserkirina rêyên têketin û derketina bajêr hatibûn çêkirin.

Li ser mijarê me bi Rêveberiya Şaredariyên Qamişlo re hevdîtin pêk anî. Berpirsên şaredariyan diyar kir ku ew projeyên xwe çêdikin û didin Komîteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê. Ji ber ku projeyên mezin ji hêza wan derbas dikin, ew tenê dikarin projeyan çêkin.

‘Em li gorî derfetan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin’

Der barê mijarê de hevseroka Komîteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Bihar Bekir diyar kir ku çêkirina rêyên bajar erkeke wan a sereke ye û wiha got: “Di dema rejîmê de tu girîngî nedihat dayîn, rêyên bajar giştî xirab bûn. Piştî ku Rêveberiya Xweser hat ser kar, xwest bi derfetên xwe pirsgirêkên heyî çareser bike.”

Bihar Bekir destnîşan kir ku ew dê destpêkê rêyên girîng çêkin û wiha axivî: “Rast e, ji sedî 90’ê rêyên Qamişlo xirab in, lê em ê ji karê herî girîng dest pê bikin. Niha rêyên ku herî zêde bandorê li gel dikin, rêyên têketin û derketina bajêr in. Em ê vê havînê her du rêyan çêkin.”

Dê 8 hezar û 400 metre rê werin çêkirin

Bihar Bekir li ser detayên projeya çêkirina rêyên têketin û derketina bajêr destnîşan kir ku bi giştî 8 hezar 400 metre rê dê bên çêkirin. Ji van 4 hezar û 200 li Rêya Rojhilatê Qamişlo (rêya Amûdê) û 4 hezar û 200 metre li Rêya Rojavayê Qamişlo (rêya Tirbespiyê) dê bên çêkirin. Ji bo projeyan nêzî 200 milyon pereyê Sûriyê hatiye veqetandin. Dê civîna herî dawî de ji bo destpêkirina kar di 20’ê Hezîranê de pêk bê. Ji bo baş pêkanîna kar komîteyek ji endezyar, endezyarên fenî û kesên pispor hatiye amedekirin û di hefteya pêşiya me de dê dest bi kar bike.

‘Divê gel rêyan biparêze’

Bihar Bekir ji bo alîkariyê bang li gel kir û wiha got: “Kar ne tenê yê şaredariyan e. Divê gel jî agahdarî rêyan be. Dema me dest bi kar kir, divê heta ku dema kar xilas dibe gel jî dilnizm be û zirarê nede cihên çêkirî.”

Her çend rêveberiya kantonê bû bersiva pirsgirêkên gel ên ji bo rêyên têketin û derketina bajêr jî, lê gel ji ber rêyên nava bajêr jî bêzar e. Bi çêkirina her du rêyên têketin û derketina bajêr pirsgirêk xilas nabin. Ji sedî 90’ê rêyên bajar xirab in. Bi taybet jî taxa Cûdî (Qanat Swês). Rêyên taxê bi qet nehatine qîrkirin. Gel ji ber rêyên ax û tijî kort û çal pir bêzar e. Ji şêniyên taxa Cûdî Ebdulezîz Reşo nerazîbûna xwe nîşan da û wiha axivî: “Ev 3 sal e em li benda çêkirina rêyan in. 3 sal e şaredariyê xistiye rojeva xwe lê heta niha jî tiştek nehatiye kirin. Dema baran tê kort tijî av dibin û ava kanalîzasyonan derdikeve ser rêyan. Mêş û lawir ji kanalîzasyonan derdikevin.”

Ednan Silêman jî destnîşan kir ku ji ber rêyên xirabûyî ew her hefte wesayîtên xwe dibin sanayiyê. Silêman got ku ew ji ber toza rêyan nikarin xew bikin.

‘Em ê li gorî derfetan rêyên nava bajêr jî bixin nav planên xwe’

Bihar Bekir herî dawî ji bo pirsgirêka rêyên nava bajêr wiha axivî: “Em nikarin hemû projeyan bi hev re çêkin. Wek her kes dizane şerek li herêmê heye û ev bandorê li kar û xebatên me dike. Ji bo van projeyan pereyek zêde dixwaze. Em ê destpêkê rêyên têketin û derketinê çêkin, ji bo yên di nava bajêr de jî di demên pêş de li gorî derfetan çêkin.”