حركة المجتمع الديمقراطي

Partiya Yekîtiya Sûriya têkildarî salvegera qirkirina Sêfo daxuyanî da

625

Partiya Yekîtiya Suryan derbarê qirkirina Sêfo ya 1915‘an de bang li NY kir ku li gorî zagonên xwe bixebite û qirkirina ku beriya 103‘an salan bi destê Osmaniyan li dijî Suryanan pêk hatî wekî qirkirina etnîkî bibîne û mîrsaê  OsmaniyanTirkiyê muhasebe bike.

Partiya Yekîtitya Suryan derbarê salvegera 103‘yemîn a qirkirina Sêfo ya ku Osmaniyan 15‘ê Hezîrana 1915‘ê  li dijî suryana de pêk anî bû daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ” 15‘ê Hezîrana 1915‘an desthilatdariya Osmaniyann êrîşên bajar û gundê Suryan, Asur û Kildan ên herêma Anadolê kirin û komkujiyên herî hovane derheqê gelê Eremen de pêk anîn. Qirkirin bi awayekî pilnakirî bi armanca asîmîlekirin û koçberkirina gel ji warên wan ên dîrokî hatî kirin. Di dema ku dewletên mezin bi şerê cîhanê yên yekemîn mijul bibû de desthildariya Osmaniyan jî di komujiyên xwe de berdewam bû. Di encama qirkirinê de zêdeyî 75 hezar kes ji jin, zarok, zilam, oldar, rewşembîr ên Suryanî, Asur û Kildanî şehîd bûn, her wiha mal û milkên wan hatin desteserkirin. Qirkirina Sêfo xaleke guherî di dîroka gel me de ya ber bi tunebûnê ve rêz kir. Ji ber ku bandoreke mezin di aliyê demografî, civakî û aborî de çêkirin. Kesên ku ji qirkirinê filitîn, bûyera bi êş hîna di bîranên wan de ne.

Tirkiyê bi serokatiya AKP‘ê heman fikirê şofonîst ên kal û pîrên xwe Osmaniyan girtiye, buyerên ku beriya sed salê li dijî gelên Suryan, Ermen û Yonan pêk aniyê, îro li dijî gelên Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê dûbare dike. Carcaran komên çete yên tarî dixe dewreyê de û carnan jî ew bi xwe destwerdana leşkerî di wan herêman de dike. Dîrok dîsa xwe dûbare dike, gelên herêmên ji bilî îradeya wan a azad û têkoşînê tu kes li pişta wan nîn e.

Tişta ku em îro dixwazin; vê dozê ji mefhûnê qûrbanî û binkeftinê veguherînin mefhûnê parastina maf, azadî û doza xwe. Eger ew dema ji bo me dema binkeftinê û xaleke reş li ser eniyê mirovahiyê bû, em ê îro dest bi merheleyek nû  ber bi pêşerojeke azad ve bikin. Li ser vê yekê em tekezî li ser yekrêziya gelê Suryan û yek çarenûs û yek armanc dikin, da ku hebûna xwe mafê xwe yê rewa vegerînin. Her wiha gava ku em destpê bikin ew e zextê li cîhanê bikin da ku îtîrafê bi vê qetilamê bikin û zextê li Tirkiyê bikin jî da ku ew jî îtîrafê pê bike.

Banga me li hemû gelên ku em pêre jiyan dikin, vê dozê biparêze û êşa dijwar ya li dijî gelê Suryan hatî kirin hîs bike.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî ku banga aşîtî û azadiya li cîhanê dike, dikin ku qanûnê xwe pêk bîne û buyera 1915‘an a ji aliyê desthildaryia Osmaniyan wekî qirkirina etnîkî bibîne û dewleta Tirkiyê ku mîraseya Osmaniyan berdewam dibe muhasebe bike.”