حركة المجتمع الديمقراطي

‘Riya çareseriya pirsgirêkan azadiya Ocalan e’

604

Ehmed Silêman diyar kir ku bi dagirkirina bajarê Efrînê û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê re pirsgirêka kurd çareser nabe û da zanîn ku riya çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Ocalan e.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyê Ehmed Silêman ji ajansa  ANHA re axivî û got ku Erdogan û hikumeta wî nikarin pirsgirêkên heyî veşêrin, lê belê bi nêzîkatiyên xwe pirsgirêkan kûrtir dikin.

Ehmed Silêman tecrîda li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Ev 19 sal e Rebêr Apo di bin tecrîda dewleta Tirkiye de ye. Vê tecrîdê heya roja me ya îro tu çareserî bi xwe re neaniye. Lê belê pirsgirêkên di nav dewleta Tirkiyeyê de kûrtir kirine. Dewleta tirk jî baş dizane ku pirsgirêka gelê kurd bi riya azadiya Ocalan dikare çareser bibe. Bi tecrîd û dagirkeriyê çareserî nabe. Dema pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin, Tirkiyê pêşve diçû. Krîza wan kêm bû. Di milê aborî de jî gav dihatin avêtin. Çawa pêvajoya li Tirkiyeyê hat sekinandin, riya dîtina Rêber Apo hat girtin û êrîşan dest pê kir, krîzên li Tirkiyeyê kûrtir bûn. Ev jî diyar dike ku bi dagirkeriyê tu tişt naçe serî.  Sedema wê jî pirsgirêka gelê kurd a di nav Tirkiyeyê de dihêle ku Tirkiyê yan pêşve here yan jî paşve here. Îro heger Tirkiyê bixwazê mijara kurd çareser bike, pêwîst e rê ji dîtina Rêber Apo re veke.”

Demokrasî û xetere bi hev re nameşin

Ehmed Silêman diyar kir ku Erdogan û hikumeta wî rewşa Tirkiyeyê dixin bin xetereyê û wiha pê de çû: “Rêbaza sîyaseta dewleta tirk a dagirker ku li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin, aloziyê kûrtir dike. Dewleta tirk bi sîstema xwe ya qirêjî pêşî li demokrasiyê digire. Hevdîtinên bi Rêber Ocalan re bandorê li xebatên çareseriyê dikin, Ji ber ku Ocalan li dijî şer aştiyê dixwaze. Mixabin dewleta tirk a dagirker astengiyê li pêşiya hevdîtinan çêdike, ev jî rewşa Tirkiyeyê dike bin xetereyeke mezin. Tirkiye ne tenê di nava xwe de bi xetereyan re rû bi rû dibe, lê belê li derveyî sînorên xwe jî di nav xetereyê de ye. Demokrasî û xetere bi hev re nameşin.”

‘Erdogan nikare kurdan tune bike’

Ehmed Silêman di berdewama axaftina xwe de got ku ev 40 sal e dewleta tirk a dagirker bi şer ser neketiye û wiha got: “Şer ne pirsgirêkan ne jî PKK’ê tune dike. Gelek caran dewleta tirk gotiya ku ev sal em ê PKK’ê bi dawî bikin lê ji bilî ku PKK tune bibe zêdetir xurt dibe. Bi dagirkirina bajarê Efrînê û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê ev pirsgirêka kurd çareser nabe. Erdogan çi qas demografyaya Efrînê bixwaze biguhere jî hebûna kurdan nikare tune bike.”

Endamê Komîteya Partiya Pêşvarû ya Kurd a Sûriyê Ehmed Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêwîst e kongreya neteweyî were lidarxistin.