حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Welatparêz: Li dijî şerê qirêj em ê têbikoşin

616

Ciwanên Welatparêz ên Rojava li Qendilê çûn serdana ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Qendilê dest bi çalakiya mertalên zindî kirîbûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û ev peyam hate dayin; “Li dijî şerê qirêj ê tê birevêbirin em ê bi îradeya xwe şer bikin. Wê ti caran nekevin van xakan”.

Çalakiya mertalên zindî ya ciwanên welatparêz ên Başûrê Kuridstanê li Qendilê di roja 5’an de didome. Bi dehan kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatin serdana çalakgeran kirin.

Di çalakiya mertalên zindî de yek ji çalakgeran Agirî Ronat axivî û diyar kir ku li dijî weşana spekulatîf ya medyaya Tirk a li dijî Qendilê bi armanca bersivdanê wê ti caran Qendilê neterikînin.

Agirî wiha domand; “Em weke ciwanên welatparêz, xaka xwe biparêzin. Bi salan e dewleta Tirk a faşîst li ser xakên me yên kevin polîtîkayên qirêj dimeşîne. Herî dawî Efrîn dagir kirin. Li dijî dagirkeriyê me berxwedaneke mezin nîşan da. Niha jî helwesta wan ya dagirkirina Qendilê heye. Em ê li dijî vê hişmendiya qirêj şerê îradeyê bikin û têbikoşin. Divê hemû ciwan li derdora vê xelekê kom bibin”.