حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Reqayê amadekariyên konferansa xwe ya 1’emîn dikin

605

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekemîn a Ciwanên Reqayê Mihemed Xabûr diyar kir ku, armanca konferansê avakirina meclîsa ciwanan û rêxistinkirina wan e.

Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Reqayê amadekariya Konferansa xwe ya yekemîn  ku di 29’ê Hezîranê dê were li darxistin, amadekariyan dike.

Di hevdîtinek bi ajansa Hawarê re Endamê Komîteya Amadekar Mihemed Xabûr  di derbarê amadekariyê Konferansê wiha got:” Di civîna yekemîn a ciwanên Reqayê de, endamên komîteyên amadekar û rêxistinî hatin hilbijartin. Komîte li ser girîngiya û rola Konferansê di rêxistinkirina ciwanan de, civînan li dar dixe”.

Xabûr diyar kir ku armanca Konferansê ew e ku hemî ciwanên Reqayê xwe rêxistin bikin û rola xwe di civakê de aktîv bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Xabûr banga vegera welat li ciwanên derve kir û wiha got:” îro welat bi hewcedariya ciwanan e, divê hemî ciwan vergerin welat û tevlî Konferansa Ciwanên Reqayê bibin”.