حركة المجتمع الديمقراطي

‘Çawa di êrîşa Efrînê de lihev kirin, niha li Başûr jî lihev kirine’

655

Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, binpêkirina îrade û vîna gelê Kurd e û got ku êrîşa li dijî Qendîlê encama bê dengiya navdewletî ye.

Mihemed Mûsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistanê  ji ajansa (ANHA) re axivî û got ku bêdengiya dewletên navnetewî êrîşên dewleta Tirk de diyar dike ku çawa di êrîşên li ser Efrînê lihev kirin, niha di êrîşên li ser Başûr de lihev dikin.

Vina gelê Kurd xûrte

Mihemed Mûsa di berdewama axaftinên xwe de jî anî ziman ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker binxistina vîna gelê Kurde û wiha berdewam kir: “Xwesteka Tirkiyê ew ê ku pêşketin û serkeftinên gelê Kurd ku di nava Rojava de bi dest xistine têk bibe. Ji ber we jî êrîşî bajarê Efrînê kirin. Piştî êrîşên hovanê gûhartina demografiyê pêk tîn in.  Ji ziman bigre hemû pênaseyên Kurdî qedexe dikin. Lê tiştek ji bîr kirina ku vîna gelê Kurd xûrte û naye şikandin.”

Dewletên navnetewî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bedeng in

Mihemed Musa di berdewamiya axaftian xwe de jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi riya li hev kirinan dixwazin hedî hedî Minbicê ji Rojava qût bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletên navnetewî li gorî berjewendiyên xwe itîfaqan dikin. Lê ev li hev kirin zererê dide gelê Kurd. Bêdengiya dewletên navnetewî jî ji ber berjewendiya ne.  Dewletên navnetewî beranberî êrîşên dewleta Tirk çavên xwe digirin. Efrînê dagir kirin, Minbîcê pilanên xwe dimeşînin û niha jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin.  Xwasteka Erdogan ew e ku împaratoriya dewleta Osamî vegerê û deshilatdariya xwe li ser hemû gelê Kurd bide meşandin.”

Mihemed Mûsa her wiha destnîşan kir bedengiya dewletên navnetewî di êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê diyar dike ku bi dewleta Tirkiye re li hevkirine û wiha pê da çû: “Ev bedengiya dewleta Iraq û parlementoya li Iraqê diyar dike ku ji êrîşên dewleta Tirk re destûr dane. Ev riya îxanete ye û naye qabûl kirin. Gelê me li dijî wan dê helwestên xwe diyar bike.”

‘ Tirkiyê wê têk biçe’

Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa anî ziman ku rewşa dewleta Tirk bi vî rengî de namîne û ev tişt anî ziman: “Di milê aborî, civakî, siyasî hilweşandinek di nava dewleta Tirkiyê de heye. Erdogan pisgirêken ku di hûndir de dijîn, li derve digerin. Lê sedema we ya esasî şêwazê antîdemokrasiyê ku di nava Tirkiyê de dimeşîn in. Kesên ku demokrasiyê dixwazin, xistine girtîgehan. Ev xeniqandin û çemberkirina gel dê teqînekê bi xwe re bîne. Di demên pêş de wê nakokiyên mezin li Tirkiyê derkevin.    Heza Erdogan ji ber ku binketiye êdî êrîşî hemû cih û warên Kurdan dike. Gelo we Erdogan heya kengî êrîşî cih û warên Kurdan bike? Aboriya Tirkiyê li bin ketiye. Binkeftina xwe bi êrîşî dervî sînorên xwe vedişerê.”

Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku bersiva êrîşên li her çar perçê Kurdistanê yekîtiya gelê kurd e.