حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Divê bi lez li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Başûr derkevin

645

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê derbarê pîlan û israr dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wan ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku li dijî êrîşa bikevin tevgerê û bi lez Kongreya Netewî lidar bixin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û derbaskirina xaka Başûr daxuyaniyek da. TEV-DEM di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê gelê Başûr bi hemû tevger û rêxistinên xwe yên siyasyî û civakî, di serî de jî PDK, YNK û Tevgera Goran helwesta xwe ji êrîşan diyar bikin. TEV-DEM’ê her wiha destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê jî helwesta xwe ji kiryarên Erdogan nîşan bidin û li dijî siyasetên wan ên li Başûrê Kurdistanê derkevin.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wihaye:

“Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan hemû rêxistinên terorist û di serî de DAIŞ’ê xistine bin banê xwe da ku siyasetên xwe yên li ser herêmê bidin meşandin. Armanca wan bi vê yekê ew e ku serdema Osmaniyan careke din vegerîne. Dema nikarîbû bi riya wan koman hêviyên xwe pêk bîne, hemû hêza xwe li ber çavê hemû cîhanê bikar anîn û çekên NATO bikar anî.

Dagirkeriya Tirk ji bajarê Cerblus, Bab û derdoraê wê re û pêşveçûna wê ya di herêmê de, hêviya dewleta Tirk û rayedarên wê ya tunekirina aramiya li Sûriyê pêk were. Armanca wan bi vê gavên derqanûnî ew ku hîn jî pêşketina li herêmê asteng bikin. Êrîşa li ser Efrînê û pêkanîna hemû kiryarên li dijî yesa û nirxên cîhanê ne. Ev diyar dike ku dewleta Tirk naxwaze zemîna çareseriyê pêk were. Her wiha naxwaze hêviyên gelê Sûriyê yên siyasî û nijatperestî di derbkirina li dijî gelê Sûriyê pêk bîne. Dewleta Tirk naxwaze zemîna çareseriyê li Sûriya demokratîk pêk were. Guhertina demokratîk û siyasetên nijatperestî ya êrîşa li ser gelê kurd û tevlîheviya di navbera pêkhateyan de pêk anîn. Ev kiryarên wan asta herî jor ê sextekariya siyasî û exlaqî nîşan bide. Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze li dijî hemû hewldanên pêkanîna yekîtiyê û hevgirtina di nava glê herêmê yên xwe ji teroristan rizgarkirin de derdikeve. Ji ber vê yekê bajarê Minbicê tehdîd dike. Dewleta Tirk vê yekê jî bi heman armancê dike, dixwaze nimûneya demokratîk û jiyana hevbeş a li herêmê binpê bike. Wekî çawa beriya niha êrîşî Efrînê kiriye.

Xeteriya dewleta Tirk êdî nema li Rojava-Bakurê Sûriyê sînor dar e, lê belê Erdogan li Bakurê Kurdistanê jî siyaseta tunekirin û inkarê dide meşandin. Bi hemû hêza xwe û derfetên di destê xwe de li dijî gelê me tevdigere. Dewleta Tirk her di nava hewldanan de ye ku rê nede gelê kurd ku ji bo pêkanîna demokrasiyê tekoşîn dike, bibe xwedî biryar .Dewleta Tirk bi van kiriyarên xwe dixwaze welat bixeniqîne û bixe şerekî dijwar û tun de. Wekî 2 sal beriya niha tundiyê li Cizîra Botan û Nisêbîn bikar anî, niha li hemû deverên aram ku îradeya gel lê heye pê ve diçe. Di heman demê de em îro dibînin ku çawa li dijî bargehên Tevgera Azadî ya Kurdistanê yê li Qendîlê gefan dixwin. Erdogan diaxive û hemû herêmên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin Ii Minbic, Cizîrê, Şengal û Mexmûrê gef û tehdîdan dide. Ji ber ku DAIŞ nikare bighê Qendîlê îro ew bi xwe dixwaze wê erka diket ser milê DAIŞ’ê pêk bîne. Bi taybet piştî wekîlên wan têk çûn. Ev êrîşên wan ne ji bo pêkanîna destkeftiyên hilbijartina ku tê payîn di 24’ê hizêranê de were lidarxistin. Erdogan bazirganiyê bi xwîna gelê Tirkiyê dike, wekî çawa li Efrînê gelek leşker û fermandar kirin qurbaniyên berjewendiyên xwe. Niha jî li Qendîlê bazirganiyê bi xwîna gelê Tirk dike, lê li vir pîlanek hîn kûrtir pêk tîne. Dewleta Tirk bi israr dixwaze doza vî gelî tune bike, ji ber vê yek doz doza hebûn û tunebûyê ye.

Em di Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de di dema ku em dibînin ku êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê û siysetên inkarê ku li Bakur pêk tîne, berdewama êrîşa li ser Efrînê. Em tekez dikin ku em ê bi hemû rêbazan kiryar û sûcên dewleta Tirk a faşist ku li dijî gelê me pêk tîne şermezar dikin. Tiştê Erdogan pêk tîne derketina li dijî îradeya gelê me û hewldana berûvajîkirina rastiyan û aramiya di hindirê herêmê de ye.

Êrîşa li ser Başûr û li ser PKK’ê êrîşa li ser armaiya herêmê ye. Ji ber hebûna PKK bûye bingeha pêkanîna aarmiyê ye. Êrîşa wan êrîşa li ser destkeftiyên gelê kurd ên Rojava ye, êrîşa li ser pirojeya demokratî e, li Bakur jî dewleta Tirk bi israr êrîş dike, li Başûr jî me heman helwest dît. Gefên dewleta Tirk beriya refurenduma 2017’an  ev nîşan dide ku pîlanên dewleta Tirk a lid ijî gelê me bê cûdahî diyar dike.

Em ji gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê bi hemû rêxistinên wê yên siyasî, civakî û partiyên wan di serî de PDK, YNK, Tevgera Goran, her wiha hikûmeta Îraqê li Bexdayê ku helwesta xwe beranberî kiriyarên Erdogan nîşan bidin. Bi hemû hêza xwe li dijî siysetên wan ên li Başûrê derkevin. Dewleta Tirk di şerê xwe yê li ser gelê kurd didomîne. Ev şerekî demdirêj û mezin e, ji ber vê yekê nîşaneyên rast hene ku pêwîste biryarek yekbûyî ya kurdî hebe. Ji ber tunebûna yekîtiya niştimanî ya kurdî dê destwerdan û êrîşa Erdogan ên her dem li herêmê hêsan dike. Dewleta Tirk bi herêmên xwe ku 700 hezar kîlomet çargoşeyê razî nabe, lê belê dixwaze herêmên xwe mezin bike  û herêmên dema Osmaniyan ku bi milyonan kîlometir bû bidest bixe.

Ji ber vê yekê pêwîste yekser tevgerek li ser asta Başûr li dijî êrîşên dewleta Tirk pêk were, tevgerek Kurdistanî pêk were û dizûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin. Gelê me bûye xwedî bandorek mezin li herêmê, lewama dewleta Tirk dixwaze vê girana gelê me binpê bike. Ji ber vê yekê divê bi lez tevger pêk were.”