حركة المجتمع الديمقراطي

Civîna dîrokî: Trump û Kim Jung civiyan

600

Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kum Jong-un li Sîngapûrê bi hev re civiyan.

Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-in li girava Sentosa ya Sîngapûrê bi hev re civiyan.

Cara pêşîn e ku serokekî Koreya Bakur û Serokê DYA’yê bi hev re dicivin.

Herdu serokan piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan.

Trump di daxuyaniya xwe de got ku, “Ez gelekî baş hîs dikim. Em ê hevdîtineke baş bikin û ew ê gelekî serkeftî be.”

Kim jî got ku, “Ne hêsan bû ku em werin vê astê… Gelek astengî derketin pêşiya me lê me ew astengî derbas kirin.”

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî herdu serok ligel wergêran civiyane û ev civîn bi qasî 38 deqîqeyan domiyaye. Trump û Kim piştre tevî şêwirmendên xwe firavîn xwarin.

Tê payîn ku di vê hevdîtinê de lihevkirinek pêk were. Trump ji bo civînê gotibû ku, “Ev civîn ji bo fêmkirina helwestên hev baş e” û diyar kiribû ku hevdîtin ew ê li demê werin belavkirin.